Ji bo bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berf û baranê hate kirin 2024-11-11 09:55:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî weşand. Midûriyetê ji bo bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berf û baranê kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya rojane weşand. Di raporê de ji bo bajarên bakurê Kurdistanê jî hişyarî hate kirin. Li gorî raporê, Erdexan ne di nav de li seranserî bajarên Herêma Serhedê, başûrê Sêwasê û bakurê Mereşê dê barîn bibarin. Midûriyetê got ku li deverên bilind ên rojhilatê Serhedê şilope û berf dê bibare. Herêmên behsa xeberê di bi şev û serê sibehê jî mij bigirin.    Her wiha li derdorên Êlih û Sêrtê jî li bendê ye ku barînake zêde bibare.