Tundiya polîsan xistin rojeva Meclisê 2024-11-11 14:56:11   ENQERE - Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Koçyîgît û Sezaî Temellî tundiya polîsan a di dema protestoyên li dijî qeyûman de xistin rojeva Meclisê.    Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Koçyîgît û Sezaî Temellî ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafan ên di dema prosteyên li dijî tayînkirina qeyûman de li dijî welatiyan kirin, pêşnûmeya lêkolînê da Serokatiya Meclisê.    Di pêşnûmeyê de hat gotin kul bi polîtîkayên qeyûman îradeya gel tune tê hesibandin û li dijî demokrasiyê feraseta derbeyê di meriyetê de ye. Serokwekîlan diyar kirin ku gel li dijî xespkirina îradeyê bertekên xwe nîşan daye, xwedî li şaredariyên xwe derketiye û dema protestoyên aştiyane li dar dixist rastî tundiya polîsan hatiye. Hat gotin ku polîsên sivîl li Êlihê binçavkirinên derhiqûqî kirine û rojnameger hedef girtine.    Serokwekîlan destnîşan kirin ku li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir li 47 bajaran bi giştî 253 kes di çalakiyan de hatine binçavkirin; ji van 33 jê hatine girtin, derheqê 37’an de biryara kontrola edlî, ji bo 3’yan biryara hefsa malê û bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal derheqê 217’an de kirariyên qanûnî hatine kirin.     Serokwekîlan gotin ku divê binpêkirinên hêzên ewlekariyê yên li dijî çalakvanan bên lêkolînkirin, asta binpêkirinan bê diyarkirin û berpirsyarên wê bên tespîtkirin. Serokwekîlan xwestin ku lêkolîneke qanûnî were destpêkirin, ji bo welatiyên hatine mexdûrkirin çareseriyên adilane bên peydakirin, tevdîrên pêwîst bên kirin û xwestin Lêkolîna Meclisê were destpêkirin.