Doza aktîvîstên TJA’yê hate taloqkirin 2024-11-12 10:41:02   STENBOL - Danişîna ewil a doza 11 aktîvîstên TJA’yê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, hate taloqkirin.    Danişîna ewil a 11 aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hate lidarxistin. Jin û parêzerên wan tev li danişînê bûn. Her wiha Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî, endamên Komeleya Niha Dema Jina ye, Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê jî tev li bûn.    Piştî tespîtkirina nasnameyan, jinan got ku ji ber şandeya dadgehê ya esil tune ye dê parastina xwe nekin. Parêzerên jinan jî xwestin biryara kontrola edlî ya derheqê jinan de were rakirin.    Dadgehê daxwaza red kir û danişîn taloqî 13’ê sibata 2025’an kir.