ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2024'AN 2024-11-13 09:00:15   * Li çiyayên Cûdî û Gabarê ku wêrankirina xwezayê ya hatiye destpêkirin didome, bi teqandina dînamîtan qadên xezalên ku bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye, tên tunekirin.    * Berdevkê Çapemeniyê yê KON-MED'ê yê Almanyayê Mazlûm Karagoz banga mîtînga 16'ê Mijdarê ya li Kolnê kir û got: "Ev mîtîng wê dilsoziya me ya ji bo vîna gelê kurd û azadiya birêz Ocalan nîşanî hemû cîhanê bide."   * Dayika Yûnûs Emre Ergîn ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Îslahiyeyê girtî Serap Ergîn diyar kir ku her çend girtî ji ber xwarina ku xwarone jehrî bûne jî, nehatine dermankirin.   * Kesên ku li Êlihê beşdarî çalakiya li dijî qeyûman bûn, ji bo mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" ku wê di 17'ê Mijdarê de bê lidarxistin, bangawazî kirin û gotin: "Em tecrîdê rakin û qeyûman bişînin."   * Çaglar Demîrel a TJA’yî diyar kir ku AKP’ê bi qeyûman derbe kiriye û wiha got: “Ma hûn dê bi tayînkirina qeyûman pirsgirêka kurd çareser bikin?”    * Hevşaredarên DEM Partiyî dê deklarasyona kampanyaya ku dê bi dirûşma “Gotina me neqediya em ê bi hev re pêşî li tundiyê bigirin” bidin destpêkirin, li Qonaxa Cemîl Paşa eşkere bikin. (12.00) ZINDΠ   * Baroya Wanê dê têkildarî tundiya polîsan a li dijî zarokan daxuyaniyê bide. (12.00)   * Bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir dê li Parka Yilmaz Guney a Êlihê li dijî xespkirina îradeyê daxuyanî were dayin. (13.00) ZINDÎ   * Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê dê têkildarî êrişên li dijî kurdî li avahiya DEM Partiyê ya Amedê daxuyaniyê bide. (13.00) ZINDÎ