Bi hinceta konserê derheqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin 2024-11-14 13:46:00   STENBOL - Piştî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Enqere û Stenbolê, niha jî bi hinceta “konserê” derheqê Şaredariya Beykozê ya CHP’î de lêpirsîn hate destpêkirin.    Bi hinceta lêçûnên konseran, derheqê Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de lêkolîn û lêpirsîn hatibûn destpêkirin. Bi heman hincetê îcar jî derheqê Şaredariya Beykozê ya Stenbolê de lêpirsîn hate destpêkirin.    Lêpirsîn ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Beykozê ve hatiye destpêkirin û lêçûnên 3 konseran weke hincet hatine nîşandan.   Dozgeriyê xwest ku Wezareta Karên Hundir têkildarî mijarê mifetîşan peywirdar bike.