Bayindir: Çareserî Abdullah Ocalan, navnîşan Îmrali ye 2024-11-17 14:57:47   ÊLIH - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya Êlihê de axivî û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd wiha got: “Çareserî birêz Ocalan e, navnîşan Îmrali ye.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya ku Platforma Saziyên Demokratîk bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Êlihê li dar dixe de axivî.    ‘BERXWEDANA GELÊ ME TEQEZ DÊ BI SER KEVE’   Bayindir, bal kişand ser girseyê û got: “Bila seydayê Ehmedê Xanî êdî hesret nekişîne, bila Cegerxwîn xem neke, va ye gelê Kurd li ser piyan e. Bi yêkitiya xwe, bi tifaqa xwe, bi tevgera xwe, bi pêşengên xwe li ser piyan e. Her bijî gelê Kurdistanê. Em ê teqez bi ser bikevin, ev berxwedana we dê teqez bigihîje armanca xwe.”    ‘TÊKOŞÎNA GELÊ KURD DÊ BI AZADIYA BIRÊZ OCALAN TACÎDAR BIBE’   Bi domdarî Bayindir anî ziman ku bi rojan e li Êlih û Kurdistanê berxwedan heye û got ku gelê Kurd bajar kirine bajarên serkeftin û berxwedanê. Bayindir, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila desthilatdar baş bizanibin ku tu hêz nikarin pêşiya têkoşîna azadiya gelê Kurd bigire, nikare pêşî li serkeftina gelê me bigire. Tîna azadiyê ji kevanê derketiye. Kes nikare bi paş de vegerîne, heya serkeftinê û azadiyê. Em silavên germ ji Kurdên Ewropayê re dişînin. Do bi dehhezaran Kurd ji Kolnê silavên şoreşgeriyê ji Batmanê re şandin, em jî silaveke germ ji Kurdistanê bişinîn Ewropayê. Gelê Kurd li çar aliyê Kurdistanê, li Rojhilata Navîn heya li çar aliyê dinyayê ji bo azadiya xwe têkoşîneke dîrokî dimeşîne. Ev azadî dê bi azadiya rêzdar Ocalan re tacîdar bibe. Ger li Kurdistanê aştî û çareseriyeke bi rûmet hebe ew jî dê bi rêbertiya Rêzdar Ocalan pêk were.”    ‘GELÊ KURD ÊDÎ BI LÎSTIKÊN WE NAXAPE’   Di berdewamê de Bayindir bal kişand ser nîqaşên îktîdarê yên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd û ev tişt anî ziman: “Ger ku pêvajoyek hebe em dixwazin ji rêzdar Ocalan bibihîzin. Birêz Ocalan got tecrid berdewam dike. Heya tecrîd berdewam be ev pêvajo derew e. Bila gelê bi têkoşîna xwe bawer bibe. Pir Seyîd Riza digot; ‘Ez li hemberî hileyên we serî natewînim.’ Gelê Kurd edî bi hileyê wan dek û dolabên wan dizanin. Gelê Kurd êdî tu car nayê xapandin. Hûn çareseriyê dixwazin çareserî diyar e navnîşan jî rêzdar Ocalan e. Ji aliyek qeyûm tayînî ser îradeya gelê Kurd ji aliyê din tecridê berdewam bikin, ji aliyek dê operasyonên leşkerî û siyasî berdewam bikin. Ji aliyê din ve dibêjin em birayê hev in. Em birayê bêbextiyê nînin. Ger ku niyeta we ya biratiyê û aştiyê hebe navnîşana wê diyar e. Çareserî birêz Ocalan e, navnîşan jî Îmrali ye.”    ‘EV SEDSAL SEDSALA KURDAN E’   Têkildarî tayînkirina qeyûman jî Bayindir ev bertek nîşan da: “AKP û MHP bi hovane qeyûman tayîî îradeya gelê kurd dikin. AKP û MHP qeyûmên Tirkiyeyê ne. Kurd ji bo çareseriyê amede ne. Kurd rê nadin bêbextiyê. Gelê Kurd azadiya Kurdistanê dixwazin. Em di sedsalek nû de ne. Ev sedsal sedsala gelê Kurd e. Ev berxwadan ev têkoşîn û tifaqê de li hemû dinyayê bela bibe, heya azadiyê berxwedan. An azadî an azadî.”