ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2024’AN 2024-11-18 09:00:02   * Welatiyên beşdarî mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya Êlihê bûn diyar kirin ku tayînkirina qeyûman nîşan dide ku AKP di çareseriya pirsgirêka kurd de ji dil nîne û wiha gotin: “Muxatabê aştiyê, Abdullah Ocalan e.”    * Heverokê Şaxa OHD’a Mêrdînê parêzer Lokman Emen anî ziman ku di çalakiyên protestoyî yên Mêrdînê de welatî bi awayekî derhiqûqî hatine binçavkirin û da zanîn ku di bin çavan de gefa êrişa zayendî hatiye xwarin.    * Li gelek bajaran dê li dijî tayînkirina qeyûman çalakiyên protestoyî bên lidarxistin. (10.00-17.00)   * Çalakî û xwepêşandanên jinan ên bi boneya 25’ê Mijdarê dê bên şopandin. (11.00-18.00)