Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê: Bila GGM bên girtin 2024-11-18 15:40:35   STENBOL - Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê têkildarî binpêkirinên li GGM’an li dijî jinên penaber tên kirin daxuyanî dan. Hat diyarkirin ku dê têkoşîna wan a li dijî sepanên dermirovî bidome û xwestin GGM bên girtin.    Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê, bi dirûşma “Em li dijî cihêkariya li dijî jinên koçber û penaberin” xwestin li pêşiya Navenda Paşveşandinê (GGM) ya li Çatalcayê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan bi hinceta biryara “qedexeya çalakiyan” destûr nedan. Li ser vê yekê jinan li avahiya DEM Partiyê ya Avcilarê daxuyanî dan. Nûnerên Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER), Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî û nûnerên gelek rêxistinên jinan tev li daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî cihêkariya li dijî jinên koçber û penaberin” hate hilgirtin. Jinan, dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Jinên koçber bi tenê nînin” berz kirin.    LI GGM’AN ÎŞKENCE Û MUAMELEYA XERAB HEYE    Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal diyar kir ku li GGM’an li dijî koçber û penaberan îşkence û muameleya xerab tê kirin; nikarin mafê xwe yê tenduristiyê bi kar bînin û xwarin û vexwarina wan gelek xerab e. Kamîle Kandal, da zanîn ku jin ji ber nasnameya xwe rastî cihêkarî, nîjadperestî û tundiyê tên, rayedar li jinan dixin, heqaret lê tê kirin û rastî tacîzê tên. Di heman demê de hate gotin ku xizmet bi zimanê dayikê nayê kirin, nikarin ji xizmeta hiqûq û parêzeran sûd bigirin.    Kamîle Kandal bi bîr xist ku dîmenên koçberên li GGM’a Çatalcayê ku di 31’ê cotmeha 2024’an de ji bo mafên xwe çalakî li dar xistin derketine holê. kamîle Kandal got ku polîs ketine hundir, muamaleya xerab û îşkence li koçberan hatiye kirin û nehiştine bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Kamîle Kandal got ku heman tişt li GGM’a Tuzlayê jî qewimî ye.     ‘EM TÊKOŞÎNA XWE MEZIN DIKIN’    Kamîle Kandal got ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî tundiya mêr-dewletê mezin bikin, piştevaniya xwe ya bi jinan re xurtir bikin, dê rê nedin nîjadperestî, dijminatî û nefreta li hemberî koçber û penaberan. Kamîle Kandal anî ziman ku ji bo bidawîkirina sepanên dermirovî yên li GGM’an dê têkoşîna xwe bidomînin.    Parlamenter Ozgul Sakî jî anî ziman ku koçber di navbera dewletan de weke mijara bazariyê tên bikaranîn û xwest GGM tavilê bên girtin.    DAXWAZ    Piştre jî ev daxwaz ji Serokatiya Daîreya Koçberiyê û Wezareta Karên Hundir hatin kirin:    “*Dema jinên koçber li dijî tundiya mêr serlêdanê dikin divê tevdîr were girtin ku ji GGM’an neyên sewqkirin, divê hejmara kesên di qawîşên GGM’an de guncav be, alavên razanê, av û xwarin paqij bin.    *Divê penaber ne bi komî, li gorî qeydên tipê bên muayenekirin. Ji bo pêşîlêgirtina îşkence, muameleya xerab, tacîza zayendî, bertîl û sûcên mîna wan ên peywirdar dikin, lêpirsîn bên destpêkirin. Divê derfeta serlêdanên hiqûqî bidin koçberan.”   Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.