Li Tatosê projeyên ji bo jinan 2024-11-19 10:16:40 ERZIROM - Şaredariya Tatosê Erziromê ji bo jinan bêhtir tevî jiyana aborî û civakî bike projeyên xwe amade kir, li Meclisa Şaredariyê hatin qebûlkirin û starta xebatên xwe da.  Şaredariya Tatosê ya Erziromê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de starta xebatên xwe yên girîng ku jinan bêhtir tevî jiyana aborî û civakî dike, da. Hevşaredar Gulen Şengul diyar kir ku mezintirîn pirsgirêka li navçeyê ew e ku xweseriyeke aborî ya jinan tune ye û li hêla din jî di qada jiyana civakî de pir bisînorkirî ne.      Gulen Şengul qala projeyên dane destpêkirin kir û ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî jin di mijara debarê de zehmetiyan dikişînin û ji jiyana civakî dûr tên xistin. Lewma hewcehiya wan bi piştgiriyê heye. Yek ji xebatên me yên sereke ew e ku qadên biewle ji bo jinan biafirînin û piştevaniya bi wan re xurt bikin. Jin, çavkaniya sereke ya jiyanê ne. Lewma em hewl didin wan bêhtir daxilî jiyana civakî bikin. Bi Jin Kafe û kooperatîfên jinan re ku dê di demekî nêz de vekin, em ê piştgiriya civakî û aborî bidin jinan.”    DÊ JIN HILBERÎNIN   Gulen Şengul daxuyand ku ji bo berhemên jinan di qada aboriyê de cih bigirin wan kooperatîf ava kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê berhemên xwe bikarin li Jin Kafeyê jî pêşkeş bikin. Jin dê bikarin spiyatiyê (yên şîr) li vir çêbikin. Li gel vê me atolyeyên ku bikarin berhemên dest hilberînin vekirin. Em ê berhemên ji vir tên yekser bifiroşin. Bi vê yekê re jin dê ji hêla aborî ve serbixwe bibin. Li Tatosê şert û mercên zivistanê gelek zehmet derbas dibin. Ji bo tevlibûna jinan a qursan hêsantir bikin, em ê xizmeta servîsan bidin. Bi taybet jî ji bo qursên dirûn-nexşê eleqeyeke zêde heye. Dê qursên me di tevahiya salê de bidomin û em ê hewl bidin tevlibûna derxînin asta herî jor.”    ‘BI REHETÎ TÊN ŞAREDARIYÊ’   Gulen Şengul got ku jin bi rehetî tên şaredariyê û pirsgirêkên xwe bi dilrehetî bi hevşaredaran re parve dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev yek jî bi xwe bawerbûna jinan zêde dike. Di demên berê de jin tenê di saetên şevê de û dema hinek bêdengî çêdibû derdiketin derve lê niha dibînim ku di her saetên rojê de derdikevin bazarê û kolanan. Êdî xwe di nava civakê de bêhtir bihêz hîs dikin. Em piştgiriyê didin vê. Ji bo vê gelek xebatan jî dikin. Em pirsgirêkên ciwan û jinan tespît dikin û dê li gorî vê çareseriyan pêşkeş bikin.”