Qeyûm şaredarî veguherand emniyetê 2024-11-19 16:15:17   ÊLIH - Qeyûmê Şaredariya Êlihê afîşa “Yek dewlet, yek al, yek milet, yek welat” li ketina şaredariyê daliqand û li her qata şaredariyê polîs bi cih kir.    Qeyûmê Şaredariya Êlihê walî Ekrem Canalp, li ketina avahiya şaredariyê afîşa “Yek dewlet, yek al, yek milet, yek welat” li ketina şaredariyê daliqand. Qeyûmê ku bi rayeya walîtiyê derdora şaredariyê bi bariyerên polîsan dorpêç kir, gelek polîsên girêdayî Midûriyeta Emniyetê ya Bajar jî bi hinceta “tevdîrên ewlehiyê” peywirdar kir.    Qeyûm Canalp diketina şaredariya ku ji hêla emniyetê ve hatiye dorpêçkirin û di saetên şevê de bi helîkopteran çavdêriya wê tê kirin, dîsa cîhazê X-Rayê bi cih kir. Ev cîhaz, di serdema Hevşaredarên Êlihê yên DEM Partiyê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik ve hatibû rakirin. Qeyûm dîsa biryar da ku welatiyên dikevin şaredariyê li ser wan lêgerîn were kirin û ji cîhazê X-Rayê re derbas bibin.    Sendîkaya Xizmetên Giştî ya Tirkiyeyê (GENEL-ÎŞ) jî ragihand ku cihê 300 karkeran hatiye guherandin û bertek nîşan da. Her wiha diyar kir ku qeyûm hevjînên gelek leşker û polîsan li şaredariyê girtiye kar.