HTŞ'ê gelek deverên Helebê xistin bin kontrola xwe 2024-11-30 15:37:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Heyet Tehrîr el-Şam ku êrişên wê yên li Helebê didomin, gelek tax û deveran bi dest xist.  Komên paramîlîter ên bi navê Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ku êrişên wê yên li bajarê Helebê yê Sûriyeyê didomin, gelek tax xistin bin kontrola xwe. Li gor nûçeya ANHA'yê; Heyet Tehrîr el-Şam taxên Bustan El Qesir, Kelasê, Ferdos, Qesîle, Keleha Helebê û derdora wê, taxên Cemîliye, Selahedîn, Bustan Zehara, El Feyd, Heleb El Cedîde, du beş ji taxa Raşidîn, herêma Pîşesaziyê, Ramûsa, Hemdaniye, Mîrîdiyan, Furqn, beşek ji Bab Neyreb, Ezîziye û Suryan xistin bin kontrola xwe.    Ji deverên din ên girîng ku Heyet Tehrîr El Şam kontrol kirine ev in: Navenda Fermandariya Polîsên Helebê, Akademiya Leşkerî û Lêkolînên Zanistî, avahiya Parêzgeriya Helebê, Fakulteya Topxaneyî, avahiya Koç û Paseportan, Qada Seedallah El Cabirî, avahiya Gerînendetiya Pêwendiyan, avahiya Gerînendetiya Perwerdeyê, Zanîngeha Helebê. Hîna nehatiye piştrastkirin bê ka avahiya Şîrketa Ceyranê bi temamî kontrol kirine yan na.