Li Cizîrê tayinkirina qeyûm hat şermezarkirin 2024-11-30 15:40:26 ŞIRNEX - Rêxistina DEM Partî ya Şirnexê li Cizîrê desteserkirina şaredariya Miksê protesto kir.  Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê li dijî tayînkirina qeyûm a li ser Şeredariya Mîksê li Kolana Hunerê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê daxuyanî da. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî yên Şirnex û navçeyên wê, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên saziyên sivîl, Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Girse di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, "Qeyûm darbeya li dijî vîna gel e" dinivisî hat hilgirtin û girsê bi dirûşmeyên, "Qeyûm wê hesap bide gel" û "Bêdengî mirinê berxwedan jiyanê" bertek nîşanî tayin kirina qeyûm dan.    Di daxuyaniyê de Hevseroka DEM Partî ya Şirnexê Nurcan Alturk axivî. Nurcan Alturk bertek nîşanî tayin kirina qeyûm a li ser Şeredariya Mîksê da û ev tişt anîn ziman: "Ew polîtikayên qirêj bi sernakevin. Gelê Kurd li dijî van polîtikayan tu carî serê xwe netewand û wê tu car netewîne. Hûn dest danîn ser vîna gelê Kurd jî hûn ê nekarin heza wan bikşînin. Hûn me hemûyan bigrin jî bi hezaran Kurd wê cihê me bigrin. Em bang li desthilata AKPê dikin ku dest jî van polîtikayên qirêj berde û şeredariyan radestî gelê Kurd bike. Em li dijî vê yekê çong dananîn. Wê bi lîstikan Şeredariya Şirnexê girtin lê şeredariyên ku wê nekarî bigrê jî niha bi lîstikan desteser dikin. Ji aliyekî ve qala nîqaşên çareseriyê dikin ji aliyê din ve jî qeyûman tayinî li ser şeredariyên me dikin û civanên me digrin ew çi dirûtiyê. Dest jî vê dirûtiyê berdin."   'NIKARIN VÎNA ME DESTESER BIKIN'   PiştRE parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî. Mehmet Zekî Îrmez bi lêv kir ku ew ê li dijî polîtikayên qirêj ya desthilata AKP û MHPê têkoşîna xwe bilind bikin û wiha got: "Dest ji van polîtikayên qirêj berde. Dest danîna ser vîna gelê Kurd li dijî zagon û demokrasiya Tirkiyeyê darbeyê. We heta niha 2 caran vîna gelê Kurd desteser kir. Lê gelê Kurdistanê li dijî vê yekê bersivek da. Lê we cara 3'an jî vîna gelê Kurd desteser kir. Em li vir dibêjin hûn sed caran jî vîna gelê Kurd desteser bike jî gelê Kurd wê dîsa di sinduqan de bersiveke xurt bide. Ji aliyekî ve qala çareseriyê dikin û dibêjin bila DEM Partî biçê bi birêz Abdullah Ocalan ve hevdîtinan bike ji aliyê din ve jî van polîtikayên qirêj dimeşîne."   Piştî daxuyaniyê girsê bi dirûşmeya, "Bi berxwedanê em ê bi serbikevin" dest bi meşê kirin. Girse tevî astengiyan jî li Kolana Hunerê heta ber avahiya DEM Partî ya navçeya Cizîrê meşiyan.