ÎHD’ê bertek nîşanî sepana cotkelemçeyê da 2024-12-04 13:55:40   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bertek nîşanî serpana cotkelemçeyê ya li Girtîgeha Kiriklar a Bucayê li girtiyan tê ferzkirin da û xwest ev sepan bê bidawîkirin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê têkildarî sepana cotkelemçeyê ya li Girtîgeha Kiriklar a Bucayê li girtiyan tê ferzkirin, li avahiya şaxê daxuyanî da. Rêveberên DEM Partiyê yên Îzmîrê jî tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberê komeleyê Bahadir Altan di daxuyaniyê de got ku li girtîgehan rûmeta mirovahiyê û mafê jiyanê yê girtiyan tên binpêkirin.    'SEPANA KU RÛMETA MIROVAHIYÊ TUNE DIHESIBÎNE’    Altan, diyar kir ku rêbaza ku bazirganên koleyan 500 sal berê ji bo kesên efrîqayî dema dibirin Amerîkayê bi kar di anîn îro li Girtîgeha Kiriklar a Bucayê di meriyetê de ye û wiha got: “Destên wan tên kelemçekirin û du cendirme jî diçin bin milên wan de. Her wiha gelek peywirdarên biçek jî li gel in. Tevî vê rewşê jî weke ku îxtîmala revê hebe; îcar ji ber ku cendirme û girtî careke din bi hev ve dihatin kelemçekirin, sepana cotkelemçekirinê ya ku cendirme girtiyan dikişîne demekî zû ye di meriyetê de ye. Ev rewş bi rêya name û faksên girtiyan şandin û bi serlêdanên malbatên girtiyan derketiye holê. Girtiyên ku li dijî vê sepana rûmeta mirovahiyê binpê dikin derketin û nerazîbûn nîşan dan, nabin nexweşxaneyê û bi vê yekê re ji mafê tenduristiyê bêpar tên hiştin. Di heman demê de dema girtiyan dibin danişînan û di dema muayeneya bijîşkan de destkelemçekirî didin sekinandin û ev yek ji bilî inyeta xerab û îşkenceyê tu tiştekî din nîne.”    Altan, diyar kir ku ev sepan binpêkirina mafê tenduristiyê yê girtiyan e û xwest were bidawîkirin.