Rojnamegerê ji Minbicê Yehya Elo: Çete yek gavek jî pêş ve neçûne 2024-12-06 09:03:19 RIHA - Rojnameger Yehya Elo ku li Minbicê di eniya şer de geşedanan dişopîne anî ziman ku komên paramîlîter bi rojan e êrişî Minbicê dikin lê gavekê jî pêş neketine û wiha got: " Gelên Minbicê li derdora Meclisa Leşkerî ya Minbicê kom bûne. Minbic, 8 sal bere ji tarîtiyê hat rizgarkirin û careke din teslîmî tarîtiyê nabe." Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) di 26'e Mijdarê de êrişî bajarê Halebê kir û ew dagir kir. Di heman demê de Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê jî li hemberî bajarê Minbicê êrîş dan destpêkirin. Bajarê ku di 12'ê Tebaxa 2016'an de ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve hat rizgarkirin, ev 8 sal in bênavber rastî êrîşa tê. Piştî ku tarîtiya DAIŞ'ê bi dawî bû gelên li Minbicê jiyanek nû di çerçoveya Netewya Demokratîk de ava kir. Li hember vê jîyana hevbeş di rojên dawî de êriş zêde bûn. Di heman demê de bi destê çapemeniyê jî êrişên şerê teybet derketin pêş. Rûdaw û saziyê ragihandinê ku li gorî berjewendiyên rejîma AKP'ê tev digerin gelek nûçeyên dûrî rastiyê çêkirin. Di nûçeyê de wekî ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê bajar terikandiye û bajar ketiye destê hêzên paramiliter hat nîşandan. Rojnamegerê Ronahî TV'yê ku li Minbicê dixebite Yehya Elo, anî ziman ku li Minbic pirsgirêke bi vî awayî tune.    Yehya Elo geşedanên dawî ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxandin û anî ziman ku gelên Minbicê li derdora hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kom bûne. Yehya Elo bal kişand ser êrişên dawî û wiha got: "Piştî ku êrişa HTŞ'ê ku navê wê berê El Nusra bû li Helebê êriş li Şehba û Til Rifatê kirin derketin pêş. Di van êrişên hovane de her du dever hatin dagirkirin. Gelê Efrînê bê çare ma û cara duyemin koçber bû. Xwestin ev senaryoya li Heleb, Şehba û Til Rifatê çêbûyî li Minbicê jî çêbikin. Dema êriş li Helebê dest pê kirin li Minbicê jî êrîş dest pê kirin. Minbic ev 8 sal in hatiye rizgarkirin. 8 sal in jî êriş berdewam dikin. Dixwazin bajêr dagir bikin."   Rojnameger Yehya Elo   'BERXWEDANEKE BÊHEMPA HEYE'    Yehya Elo bal kişand nûçeya ku "bajêr ketiye destê çeteyan" da û got: "Bi nûçeyan wekî ku Minbic hatiye dagirkirin didin nîşandan. Lê ev ne rast e, derew e. Ev şerê taybet e, şerê derûniyê ye. Dixwazin bi van nûçeya di navbera gelan de nakokiyan çêkin. Di navbera pêkhateyan de pirsgirêkan ava bikin û herêmê dagir bikin. Heya niha çete negihaştine armanca xwe. Bi rojavayê hewldan hene lê yek metro jî pêş neketin. Gavek jî pêş neketine. Li hemberî êrişan Meclîsa Leşkerî ya Minbicê berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Heya niha ne gihaştine armanca xwe. Gel heya îro li ser erdê xwe yê, hê jî malên xwe neterikandiye. Diçin nav erdê xwe û karê xwe dikin. Gel guh nade propagandayên şerê taybet. Gel vîna xwe dide hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, bi wan bawer e. Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi xwe bawer in û dibêjin em rê nadin dagirkiriyê."    'ÇETE GAVEKÊ JÎ PEŞ NEÇÛNE'   Yehya Elo bi bîr xist ku piştî Rêveberîya Xweser seferberî ragihandiye li Minbicê xwedîderketineke mezin derketiye pêş û gotinên xwe wiha domand: "Li hemberî êrişan amadekariyeke mezin heye. Di heman demê de li bajêr jiyan berdewam dike. Gelên ku li gundan jiyan dikin serê sibehê berê xwe didin bajêr û pêwistiyên xwe peyda dikin. Li sûkê tiştekî awerte nîne. Tevgereke normal heye li bajêr. Meclisa Leşkerî ya Minbicê gel diparêzê. Li ser xeta sînor hinekî rewşên awerte hene. Di eniya şer de gel zehmetiyê dikişînin. Topbaran heye. Gel nikare here dibistanê. Car cara nikarin herin ser erdê xwe. Êriş wan astengdar dikin. Li aliyê din ew gel gelek bi israr e. Wekî ku li her du taxên Helebê Şêx Maqsûd û Eşrefîyê çawa gel di nava dorpêçê de berxwedaneke mezin dike, gelê Minbicê jî li ber xwe dide. Gel dibêje em nahêlin Tirkiye axa me dagir bike. Gel dibêje em ê heya dawî li pişt Meclisa Leşkerî ya Minbicê bin."   'GEL HOVÎTIYA DAIŞ'Ê JI BÎR NEKIRIYE'    Yehya Elo di berdewamîya axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya dewletên navneteweyî û got: "Ji bo ev êriş werin sekinandin daxwazek heye. Gelê Efrînê gelek radestî êrişan hat. Çima cîhan bêdeng e? Serê gel jê dikin, jinan direvînin. Armanc qirqirina gel e. Li Minbicê gelek pêkhate hene. Di çerçoveya Neteweya Demokratte jiyaneke hevbeş heye. 8 sal berê gelan ji HSD'ê xwest wan rizgar bike. Çeteyên DAIŞ'ê gel li kolanan dikuşt. Dema hêzên HSD'ê hatin bajêr gel şervan hembêz kirin. Gel ji tarîtiyê gihaşt ronahiyê. Divê gel jibîr neke vê yekê. Gelek bedel hatin dayîn. Fermandar Feysel Ebû Leyla, Botan Turkmen di navde gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Bi propagandayên qirêj dixwazin dagir bikin. Lê kurd, ereb, tirk, çerkez bi hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê re ne. Gelan hovîtiyên DAIŞ'ê ji bîr nekirine û ji bîr nakin."   MA / Emrûllah Acar