Jin li dijî qeyûman meşiyan: Em ê serî netewînin 2024-12-07 13:08:59 DÊRSIM - Jinên ku li Dêrsimê li dijî qeyûman meş li dar xistin, ev peyam dan: “Em ê serî netewînin.”  Li Dêrsimê jinan li dijî xespkirina îradeyê meş li dar xistin. Jinên ji Edene, Mêrsîn, Xarpêt, Çewlig û Amedê hatin, li Kolana Hunerê hatin gel hev û ber bi Şaredariya Dêrsimê ve meşiyan. Di meşê de pankarta “Piştevaniya jinan a li dijî xespa qeyûm” hate hilgirtin. Her wiha jinan dovîzên weke “Qeyûm li dijî îradeya jina ye”, “Hevserokatî xeta me ya binevşî ye” û “Biryara jiyana azad a jinan dê pergala nêrza hilweşîne” hatin hilgirtin. Meş heta pêşiya Şaredariya Dêrsimê domiya û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Dê qeyûm biçin em ê bimînin” û “AKP dê hesabê bide gel” hatin berzkirin.    Di meşê ne nûnerên EMEK, DEM Partiyê, Cemxane, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu û Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu, nûnerên KESK û Hevseroka Tarim Orkam Senê, rêveberên DEM Partî û TJA’yê yên Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Enqere û Stenbolê amade bûn.   Hevseroka DEM Partiyê ya Dêrsimê Esma Ateş bi kirmanckî axivî û wiha got: “İro ji Enqere, Mêrsîn, Stenbol, Amed, Mêrdînê hevalên me hatine. Ez xêrhatina tevan dixwazinm. Qeyûm talan e. Qeyûm zilm e li ser xweza û axa Dêrsimê zilm e. Qeyûm êrîşî destkeftiyê jinan dike. Em qeyûm naxwazin. Em dixwazin gel rêveberiyên xwe bi rêve bibe. Em qeyûm naxwazin.”   BAL KIŞAND SER TÊKOŞÎNÊ    Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî ev tişt anî ziman: “Em îro ji bo li dijî polîtîkayên qeyûman dengê xwe bilind bikin li Dêrsimê ne. Em diyar dikin ku polîtîkaya qeyûm rêbazeke rêveberiya  faşîzmê ye. Em ê bi piştevaniya jinan û ruhê têkoşînê dîsa têkoşîna mezin a li dijî qeyûman berdewam bikin. Ev îktîdar dijminê jinan, kurdan û elewiyan e. Ji ber vê yekê li dijî reng û nasnameyên cuda hiqûqa dijminantiyê dixe meriyetê.  Qeyum qiqûqa dijminantî û hiqûqa şer e. Îktîdar li aliyekî bi jinan û kurdan re şer dike, li aliyê din dixwaze bi rêya qeyûman yek zilamî têxe meriyetê. Ji 22ê Mijdarê gelê Dêrsimê li dijî qeyûman serî hildidin û qeyûman qebûl nakin. Em ê têkoşîna li dijî qeyûman mezin bikin û bilind bikin.”   ‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN’   Endama Cemxaneya Mêrsînê Aysel Klavuz Demîr, Hevseroka AYKAY-DER’ê Suphiye Bayav û ji koma Feminîstên Serbixwe Îlgî Kahraman jî di çalakiyê de gotin ku kesek nikare vîna gel xesp bike, dê li dijî vê neheqiyê heta dawiyê li ber xwe bidin, dê serî netewînin.    ‘GEL QEYÛMAN NAXWAZE’    Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî anî ziman ku ev meheke li ber xwe didin, gel qeyûman naxwaze û weke jin û gelê kurd dê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkaya qeyûman bidomînin.