Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Îdîayên ku em vekişiyane, nerast in 2024-12-08 10:05:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê nûçeyên ku raghandin ew ji Dêrazorê vekişiyane derewandin û got: “Hêzên me mîsyona xwe ya parastina gel, didomîne.” Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê têkildarî îdîayên ku hêzên wê ji Dêrazorê vekişiyane daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Tevahî nûçeyên derheqê vekişandina hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ji bajarê Dêrazorê de nerast in. Hêzên me mîsyona xwe ya parastina herêmê û gelê wê didomîne."   Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê 6’ê kanûnê (2024) bi daxuyaniyekê ragihandibû ku bi armanca parastina gelê Dêrazorê, şervanên wan derbasî vî bajarî û rojavayê Çemê Firatê bûne.