Qeyûmê Mêrdînê kesên dadgehê îadeyî kar kiribû dîsa ji kar derxist 2024-12-11 11:31:00 MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê 53 kesên bi biryara dadgehê li karên xwe hatibûn îadekirin dîsa ji kar derxist.  Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun di 4’ê Mijdarê de weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hate tayînkirin. Qeyûm, weke karê destpêkê 53 kes ji kar derxist.    Li gorî agahiyan; kesên di serdema qeyûmê berê de ji kar hatibûn derxistin li Dadgeha Îdareyê ya Mêrdînê doz vekirin û doz qezenc kirin. Dadgehê biryar da ku kesên ji kar hatin derxistin dîsa li karên wan bên vegerandin.    Kesên derheqê wan de “lêpirsîna ewlekariyê” hatibû destpêkirin û Wezareta Karên Hundir derheqê wan de nêrîna “erênî” parve kir, dîsa li karên xw vegeriyan. Rêveberiya qeyûm jî peymana kar a 53 kesan bi hinceta xala 52’yemîn a Qanûna Kar betal kir.    JI EWIL SIRGUN KIR PIŞTRE JI KAR DERXIST    Kesên ku piraniya wan personelên teknîkê bûn, ji ewil li qadên cuda hatin “sirgunkirin.” Piştre jî bi hinceta “guherîna di mercên xebatê de qebûl nekirine”, peymana kar a bi van kesan re betal kir.    Tê payin ku personelên ji kar hatine derxistin dê di rojên pêş de dîsa serî li dadgehê bidin.