Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne 2024-12-13 09:05:18 AMED - Li gundên Derxust û Cinezur ên gundê Licê yên di salên 1990'î de hatin şewitandin, ji bo  petrolê xebatên rê hatin destpêkirin. Şêniyên gundan bertek nîşanî vê yekê didin û li gel vê Baroya Amedê jî amadekariyan dike ku li dijî wêrankirina xwezayê dozê veke. Xwezaya Amedê di van salên dawî de ji ber lêgerîna petrolê tê wêrankirin. Li gorî daneyên Komîsyona Bajêr, Hawirdor û Hiqûqê ya Baroya Amedê; li bajêr di nava 5 salên dawî de li zêdetirî 200 cihan lêgerîna li peyrolê û derxistina petrolê hatiye kirin. Ji ber xebatên lêgerîna li petrolê û derxistina petrolê 35 hezar hektar zeviyên çandiniyê ji dest çûne.   Gundên Derxust û Cinezûr ên Licê jî di hedefa şîrketên petrolê de ne. Ji bo xebatên petrolê di 17'ê cotmehê de dest bi çêkirina rê hat kirin. Ji ber xebatên rê ji bo şîrketa ku dê li petrolê bigerin gelek dar hatin birîn.   Serokê Komîsyona Bajêr, Hawirdor û Hiqûqê ya Baroya Amedê Ahmet Înan û şêniyên herêmê bertek nîşanî xebata ji bo petrolê û rûxandinan dan.   'ARMANC SIRGÛNKIRIN E'   Ji şêniyên gundê Derxustê Asiye Sogutê (70) diyar kir ku di salên 1990'î de bi darê zorê yê leşkerî koçî Meletiyê kirine û piştî gelek salan vegeriyane. Asiye Sogutê anî ziman ku dewlet bi xebatên maden û lêgerîna petrolê cara duyemîn dixwaze wan koçber bike û anî ziman ku ew naxwazin li gundên wan lêgerîna petrolê bê kirin. Asiye Soğutê got: "Dema ku ez derketim derve û min mêze kir, li jora mala me kemçe dixebitî. Min got, 'Lawo, tu çi dikî, ma tu yê malê li ser serê me xera bikî?' Wî jî got, "Xaltî wê xebata lêgerîna li petrolê bê kirin, em rêya wê çêdikin.' MIn ew ji jora malê qewirandin, lê vê carê li cihekî din dest pê kirin. Hemû dar birîn û heya serê gir çûn. Armanca wan ne lêgerîna petrolê ye, armanca wan me ji van deran sirgûn bikin."    Asiye Sogutê destnîşan kir ku ew ê li dijî xebatên lêgerîna li petrolê li ber xwe bidin û dest ji gundê xwe bernedin.   'ÊRIŞEKE BI PIŞTGIRIYA DEWLETÊ HEYE'   Sûat Mercanê ku ji gundê Cinezûrê diyar kir ku mêrg û qadên daristanan ji ber makîneyên karî hatine texrbîkirin. Mercan bal kişand ku taxa wan cihekî dîrokî ye û wiha got: "Şîrket bi tevahî berjewendîparêz in û bêyî ku hevsengiya xwezayê li ber çavan bigirin zirarê didin xwezayê. Hikûmet jî şirîkê vê ye."   Mercan anî ziman ku ji aliyê dewletê ve êrişek li ser axa wan tê kirin û wiha got: “Ji bo lêgerîna petrolê bêyî ku bi gelên li vir bişêwirin dest bi çêkirina rêyan kirin. Evqas dar tên birîn, Wezîrê Daristanê li ku ye? Sedema bêdengiya wî jî ew e ku ev der erdnîgariya kurdan e û kurd li vir dijîn. Armanca wan tenê bidestxistina çavkaniyên bin erdê û îstismarkirina axa kurdan e. Em li dijî madenê ne û naxwazin."    Alî Gundogarê ku li heman gundî sewalkariyê dike jî got: "Di salên 90'î de ji ber şewitandina gund em demekê li Mêrsînê man. Ez vegeriyam gund û min biryar da ku li gund bijîm. Lê niha li vir li petrolê digerin. Ev kar zirareke mezin dide mirovan û xwezayê. Bi rastî jî dixwazin me ji vir derxînin û asîmîle bikin. Îro her kesê li vî gundî bi sewalkariyê re eleqedar e. Lê ger petrol bê derxistin, wê kes nikaribe sewalkariyê bike û li vir bijî."    STRATEJIYEKE KOÇBERIYÊ YA NÛ   Serokê Komîsyona Bajêr, Hawirdor û Hiqûqê ya Baroya Amedê Ahmet Înan diyar kir ku li erdnîgariya Kurdistanê xebatên lêgerîna li madenan û petrolê li gorî qanûn, xweza û mafên mirovan nayên kirin û got: “Em madenvaniya bi vî rengî qebûl nakin. Ji bo Kurdistanê sepaneke taybet heye. Hemû qadên ku lêgerîna li madenê lê tê kirin, gundên di salên 90'î de hatine valakirin bi xwe ne. Lewma ev hemû ne tesaduf in. Ji bo vejîna jiyana li wir divê teşwîq bên dayîn, lê pêvajo berovajî vê diqewime. Mînak di malbatekê de 400-500 pez hene. Deverên ku ew heywananan lê diçêrînin, ji kanên madenê an zeviyên petrolê re tên vekirin. Bi vî awayî mirov wê nikaribin debara xwe bikin û neçar bimînin ku koç bikin."   ‘DARÊN SEDSALÎ TÊN BIRÎN'   Înan diyar kir ku şêniyên gundên Derxust û Cinezûrê ji wan alîkariya qanûnî xwestine û wiha got: "Şêniyên taxê ragihandin ku daristan û mêrg bi makîneyên kar tên kolandin. Ji ber vê yekê me bi welatiyan re hevdîtin kir û em çûn herêma ku tê texrîbkirin. Tişta ku em rastî wê hatin ew bû ku darên sedsalî hatine birîn û daristan hatine qirkirin. Li daristanekê gelek dar hatibûn birîn. Me ev hemû bi dîmen qeydkirin û bi belge kirin. Der barê vê xebata lêgerîna li petrolê tu raporeke ÇED'ê tune ye. Dibe ku ruxset hatibe girtin, lê ji bo herêmekê wergirtina ruxseta madenê nayê wateya ku wê darên li wir hemû bên birîn. Em ê têkildarî vê gilî bikin û şopdarê dozê bin."    MA / Heval Onkol