Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de 2024-12-13 09:55:04 AMED – PEN a Norwecê der barê îdianameya ku ji bo rojnameger Firat Can Arslan de hatiye amadekirin de raporek amade kir û di raporê de hat gotin ku ev doz hem li dijî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê û hem jî li dijî pîvanên hiqûqa navneteweyî ye. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan der barê dozgerê cihê guhertina Mehmet Karababa û hevserê wî Seda Karababa ku endama heyeta dadgehê ya doza rojnamegerên girtî bû nûçeyek amade kir û pişt re bi îdîaya   "Armanca wezîfedarên cemaweriyê yên li dijî terorê têdikoşin" hat binçavkirin. Arslan di 15’ê tîrmeha 2023’an de bi heman sûcdariyê hat girtin. Arslan di  danîşîna 31’cotmeha 2023’an de serbest hat berdan û piştre biryara beraetê hat dayîn.    PENa Norwêcê ku îdianameya der barê Arslan de lêkolîn kir, têkildarî hiqûqa navneteweyî raporek amade kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku bi rêya darazê hewl tê dayin ku rojnameger bên bêdengkirin û ev pêkanîn bi awayekî cidî mafê raya giştî ya girtina agahiyan binpê dike. Di raporê de bi taybetî hat destnîşankirin ku tecrîd û girtina keyfî ya ku li Arslan hatiye kirin "îstîsmara hiqûqê" ye.   SÛCDARKIRIN DEREW DERKETIN!   Dadgehê diyar kir ku twîta Arslan di çarçoveya azadiya çapemeniyê de ye û hêmaneke sûc tune ye. Di rapora PEN a Norwecê de biryara beraatê wekî pêşketineke erênî hat nirxandin, hat diyarkirin ku pirsgirêkên cidî yên pêvajoyên hiqûqî yên li Tirkiyeyê hê jî dewam dikin. Di raporê de hat gotin ku sûcdarkirin û girtinên bi vî rengî yên li hemberî rojnamegeran bi armanca "tirsandinê" tê kirin.   PENa Norwêcê da xuyakirin, ku dozger Mehmet Karababa ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdianame amade kiriye û parêzerên din ên di dosyayê de, rêgezên bêalîbûnê binpê kirine. Di raporê de her wiha hate gotin ku vê pêvajoyê li ser rojnamegerên din jî "bandora sarkirinê" kiriye û metirsiya li ser azadiya çapemeniyê zêde kiriye. Hate diyarkirin ku bi van pêkanînan ne tenê rojnamegeran di heman demê de mafê civakê yê wergirtina nûçeyan jî hedef digire.   PEN A NORWECÊ: REFORM ŞERT E   PEN a Norwecê diyar kir ku divê li Tirkiyeyê dozger û endamên darazê li gorî pîvanên navneteweyî bên perwerdekirin û divê pêvajoyên amadekirina îdianameyê li gorî rêgezên bêalîbûn û edaletê ji nû ve bên sererastkirin. Raporê bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rawestandina sûcdarkirin û girtinên neqanûnî, bi taybetî li dijî rojnamegeran, tevbigere.   Pen a Norwecê rapor û xebatên xwe yên têkildarî mijarê di malpera xwe ya fermî de parve kir. Dikarin bi vê navnîşanê xwe bigihînin tevahiya raporê