Çalakiyên protestokirina êrişan: Parastina Rojava erka her kesî ye 2024-12-14 17:32:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Tirkiyeyê û hêza paramîlîter SMO ya girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û banga parastina Rojava hate kirin. Bertekên li hemberî êrişên Tirkiyeyê û hêza paramîlîter SMO ya girêdayî wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.   AMED   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber AZC Plaza ya li semta Ofîsê daxuyanî da. Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Şaxa Hejmar 1 a Amedê Salîha Zorlû diyar kir ku tu feydeya şer ji bo gelan nîne, şer çareseriyê nayne.   Berdevkê Demê yê Platforma KESK'ê Farûk Ercan daxuyanî da û wiha got: "Îsraîl û DYE bi eşkereyî piştgiriyê dide komên cîhadîst ên li Rojhilata Navîn, desthilata AKP'ê ya ku bi mehan e li hemberî gefên Îsraîlê bang li raya giştî ya Tirkiyeyê dike û bi komên cîhadîst ên ku di lîsteya terorê ya NY’ê de ye weke 'hêzên muxalîf' bi nav kir. Li şûna ku li Sûriyeyê aştiyê pêk bîne, hewl dide bi rêya SMO’yê mudaxeleyî herêmê bike û ev jî xitimandina îro li Sûriyeyê kûrtir dike. Em bang li wan dikin ku li şûna bi komên selefî re bingehekê ava dikin, polîtîkayên ku daxwazên demokratîk ên gelên li Sûriyeyê li ber çavan digirin bişopînin."   ÎZMÎR   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca şermezarkirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber avahiya DEM Partî ya bajêr daxuyanî da.   Rêvebera DEM Partiyê ya Îzmîrê Aysel Onen diyar kir ku bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê pêşeroja gelê Kurd, pêşeroja gelê Sûriyeyê jî hedef digirin û got, "Modela jiyana nû ya ku li Rojava hatiye avakirin, yekane rêya çareseriya krîzên Rojhilata Navîn e. Weke DEM partiyê em ê bi awayekî herî xurt parastina Rojava bikin û li dijî polîtîkayên şer û qirkirinê rawestin. Bi vê armancê em bang li hemû hêzên demokratîk û raya giştî ya navneteweyî dikin ku li hemberî êrişên li ser Rojava bê deng nemînin û li dijî şer dengê xwe bilind bikin.”   MÛŞ   Bi pêşengiya DBP, DEM Partî û TJA'yê êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Mûşê hate şermezarkirin. Rêxistinên DEM Partî yên Bedlîs û navçeya Tetwanê û rêxistinên navçeyên Mûşê beşdarî çalakiya li ber avahiya DEM Partiyê hate lidarxistin, bûn.  Hevserokê DEM Partiyê yê Mûşê Yafes Dînar diyar kir ku dewleta Tirk û bermahiyên çeteyên DAÎŞ'ê yên ku piştgiriya wan dike êrişî destkeftiyên gelê Kurd dikin.   Li ser navê TJA'yê Hatîce Şeker daxuyanî xwend. Hatîce Şeker wiha got: “Ev şer çareseriyê ji holê radike. Nayê qebûlkirin ku di pêvajoyeke wiha de Rojava bibe hedef. Em baş dizanin ku êrişî modela jiyana demokratîk û şoreşa jinê dikin. Bi êrişên li dijî Rojava ne tenê pêşeroja gelê Kurd, pêşeroja gelê Sûriyeyê ye jî hedef digirin.”   ENQERE   Rêxistinên demokratîk ên Enqereyê li ber avahiya DEM Partiyê ya Enqereyê daxuyanî dan. Hevseroka DEM Partiyê ya Enqereyê Tatligul Gul daxuyanî xwend. Tatligul Gul diyar kir ku helbet wê rojekê hesabê tiştên ku di dema qedexeya derketina kolanan de qewimîne bê pirsîn.    Tatligûl Gul bal kişand ser şerê li Sûriyeyê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, “Îro ji her demê bêhtir pêwîstî bi diyaloga li ser bingeheke demokratîk û polîtîkayên çareseriyê ji bo Rojava û Sûriyeyê heye. Lê di demeke wiha de êrişên li dijî Rojava berdewam dikin. Bi taybetî ku ji 27'ê Mijdarê ve Rojava hedef tê girtin û ev jî aloziya Sûriyeyê kûrtir dike."   Tatligul Gul bang li hemû hêzên demokratîk û raya giştî ya navneteweyî kir ku ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê xwe bilind bikin.