Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin! 2024-12-18 13:42:28 ŞIRNEX - Di doza polîs Sirri Erdogan de ku bi wesayîtê li parêzer Serkan Karakaş xistibû û bi giranî birîndar kiribû, dadgehê nehişt parêzerên Karakaş parastina xwe bikin û bi darê zorê ji eywanê derxist.  Amirê poLîsan Sirr Erdogan di 10’ê Nîsanê de li Şirnexê bi wesayîtê li endamê Baroya Şirnexê parêzer Serkan Karakaş xistibû û bi giranî birîndar kiribû. Bi sedema “Hewldana kuştina biqesdî” û “Zirardayîna mal” doz li polîsê êrişkar Erdogan hatibû vekirin. 10’emîn danişîna dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate lidarxistin.    Serkan Karakaş, endamê Desteya Rêveberiyê ya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Alî Bayram, serokê Baroya Şirnexê Abdullah Findik û gelek parêzer tev li danişînê bûn. Polîsê bersûc Sirri Erdogan ku negirtî tê darizandin, bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.    DAXWAZA PARASTINÊ HATE REDKIRIN   Karakaş, xwest beriya mutalaaya dozgeriyê îfadeyan bide. Dadgehê ev daxwaz red kir û got ku dê piştî mutalaayê mafê axaftinê bide.    Karakaş, diyar kir ku divê beriya dozger mafê axaftinê yê wî be û xwest îfadeyê bide. Karakaş, destnîşan kir ku heke biryareke cuda were dayin jî divê li zaptan were qeydkirin û di vê mijarê de biryareke navberê were dayin.    SEROKÊ DADGEHÊ NEHIŞT PARASTINÊ BIKE    Dadgehê, li dijî vê daxwazê li Karakaş qêriya û got: “Ez mafê axaftinê nadim.” Piştî ku Karakaş di daxwaza xwe de israr kirî, serokê dadgehê dengê xwe bilindtir kir û xwest ku parêzerên beşdar ji eywana dadgehê bên derxistin.    PARÊZER HATIN DERXISTIN   Parêzerên Karakaş jî xwestin ku têkildarî vê rewşê biryara navberê were dayin. Endamê şandeya dadgehê ji bo hemû parêzeran got; “Neaxivin, kurro hûn çi diaxivin” û ferman da polîsan ku parêzeran ji eywanê derxînin. Polîsan, parêzer bi darê zorê ji eywanê derxistin.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN   Piştî rageşiya derketî, şandeya dadgehê danişîna dozê taloqî 12’ê Sibata 2025’an kir. Parêzeran, li pêşiya edliyeyê helwesta dadgehê protesto kirin û daxuyanî dan.    SEROKÊ BAROYÊ: EM Ê GILÎ BIKIN    Serokê Baroya Şirnexê Abdullah Findik di daxuyaniyê de got klu ew ê helwesta şandeya dadgehê qebûl nekin û wiha got: “Şandeya dadgehê ji ber xwezaya kar nekarî danişînê birêve bibe. Sedema vê jî helwesta wî ya xelet bû. Tevî ku dizanî dê bi sedan parêzer li dosyayê binêrin jî, bi israr li eywaneke 3-5 kesan danişîn li dar xist. Mafê axaftinê neda parêzer Serkan Karakaş û ewqas ji rê derket ku ji me tevan re got; ‘Neaxivin kurro.’ Em ê giliyê dadger bikin. Îro ne tenê mafê hempîşeyê me hate xespkirin, di heman demê de li dijî pîşeya me jî cihêkarî hatiye kirin. Em vê rewşê qebûl nakin û dê pêvajoyê bişopînin.”    ENDAMÊ TBB’Ê BAYRAM: EM Ê BIŞOPÎNIN   Endamê Desteya Rêveber a TBB’ê Alî Bayram jî got ku mafê parastinê hatiye xespkirin û wiha got: “Şandeya dadgehê bêalîtiya xwe winda kir û em vê şandeyê red dikin. Biryarên vê dadgehê dê adilane nebin. Em ê dozê bişopînin.”