Israra Nazim a ji bo heqîqetê 2024-12-20 15:13:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Nazim Daştan ku hate qetilkirin, dema li Dîlokê li pey şopa kujerên rojnamegerê sûriyeyî Najî El Jerf diçû hatibû binçavkirin û demekî kin beriya were girtin jî endamên îstîxbaratê ev gef lê xwaribûn: “Vêcarê jî şensê te heye, hêj em ji bo te nehatin tu hatî binçavkirin. Nexwe dê dawiya te jî mîna ya Najî Jerf bûya.” Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di 19’ê Kanûnê saet derdora 15.20’ê de li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de bi êrişa SÎHA’yan a dewleta tir hatin qetilkirin. Her du rojnameger jî heta kêliya dawî jî li pey nûçeyan bûn.    Nazim Daştan ku ji roja ewil a rojnamegeriyê heta niha her tim di nûçe û heqîqetê de israr dikir, tevî hemû zextan jî tu caran dev ji rêya xwe ya jê bawer dikir berneda. Li gel ku ji ber nûçeyên çêkiribû hate girtin û binçavkirin, li gel ku dema li eniyên şer nûçe dişopand birîndar bû jî tu caran dev ji dilsoziya xwe ya bi heqîqetê berneda. Di dehan nûçeyên xwe de tiştên dihat xwestin bi ser bigirin û veşêrin derxist holê û li hêla din jî ji bo mijarên ku tu kesî cisaret nedikir xwe bigihînin heqîqeta wê jî her tim di nava hewldanekê de bû. Yek ji van jî cînayeta Najî El Jerf bû ku di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de li Dîlokê bi cih bûbû û dema li vir rojnamegerî dikir li naverasta kolanê bi debancaya bêdeng hatibû kuştin.    Rojnameger najî El Jerf, ji tevliheviya navxweyî ya Sûriyeyê reviya bû û li Dîlokê bi cih bûbû. Dema Najî El Jerf li Sûriyeyê dijiya, Kovara Alhîtayê diweşand û li Dîlokê jî weşana wê domand.  Di demeke ku têkildarî belgefîlma komkujyên DAIŞ’ê xebat dikir, di 25’ê Kanûna 2015’an de li Bûlwara Alî Fuat Cebesoyê ji hêla kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve ji serê xwe hedef hate girtin. Najî El Jerf di êrişê de bi giranî birîndar bû û bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê. Lê belê tevî hemû mudaxileyan jî, rojnamegerê ku bavê du zarokan bû jiyana xwe ji dest da.    AGAHÎ PARVE KIR HATE BINÇAVKIRIN   Dema Najî El Jerf hatî kuştin, Nazim Daştan li Dîlokê rojnamegerî dikir. Di heman demê de pêwendiyên wî bi Najî El Jerf re hebûn. Piştî mirina wî, bi malbata wî re pêwendî danî û têkildarî mirina rojnamegerê sûriyeyî dest bi lêkolînê kiribû. Nazim Daştan hîn bû ku belgeyên ku Tirkiye alîkariyê dide DAIŞ û El Nusrayê ketibûn ber destê rojnameger Najî El Jerf û ji ber ku dixwest van belgeyan biweşîne hatiye qetilkirin. Malbata Jerf, digot; “Zarokê me ji hêla MÎT’a Tirk ve hate kuştin.” Nazim Daştan têkildarî van agahiyan çendek tişt parve kir û demekî şûnde hate binçavkirin.    DI DEMA BINÇAVKIRINÊ DE NÛÇE JÊ PIRSÎN   Di 10’ê Sibata 2016’an de Nazim Daştan hate binçavkirin û di dema îfadeyê de nûçeyên çêkirî jê hatin pirsîn. Di dema îfadeyê de têkildarî parvekirina wî ya di 26’ê Mijdara 2015’an de ku digot “Di vê navberê de bomberana Rûsan a li dijî TIR’ên MÎT ji bo DAIŞ û El Nusrayê dişîne ya li Ezazê didome”; ya di 28’ê Mijdara 2015’an de ku digot “Hat diyarkirin ku li Ezazê li gel çeteyan her wiha efserên tirk jî şer dikin, li vir sê çeteyên dîl hatin girtin tirk derketin. Em ê di demekî nêz de nasnameyên wan eşkere bikin”; ya di 30’ê Kanûna 2015'an de ku digot, “Me bi malbata rojnameger Najî Jerf ê li Dîlokê hatibû kuştin re hevdîtin kir. Kurê me ne DAIŞ’ê, MÎT’a Tirk kuşt.” û ya di 1’ê Çileya 2016’an de ku digot, “Derheqê rojnamegerê sûriyeyî Najî Jerf ê li Dîlokê hatibû qetilkirin de agahiyên nû hene. Têkildarî cînayetê me bi hevalên Jerf ên li vê derê re hevdîtin kir. Gotin ku di destê Jerf de belge hebûn ku Tirkiye alîkariyê dide DAIŞ û El Nusrayê û dixwest biweşîne lewma hatiye qetilkirin. Û bi israr gotin ku Jerf ji hêla MÎT’ê ve hatiye înfazkirin.” de pirs jê hatin kirin.    GEFA ÎSTÎXBARATÊ: DÊ DAWIYA TE MÎNA YA JERF BE    Rojek piştre di 11’ê Sibata 2016’an de Nazim Daştan sewqî edliyeyê hate kirin û ji bilî du polîsên ew anî edliyeyê, her wiha 2 endamên îstîxbaratê jî li benda wî bûn. Ev endamên îstîxbaratê hatin cem Nazim û gotin: “Tu vêcarê jî bi şensî, hêj em bo te nehatin vaye tu hatiyî binçavkirin. Nexwe dê dawiya te jî mîna ya Najî Jerf bûya.” Piştî vê gefê jî ji wir çûn. Di heman rojê de Nazim bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hate girtin û şandin Girtîgeha tîpa H a Dîlokê. Ji ber propagandayê hatibû girtin lê darizandina wî bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” berdewam kir. 5 meh piştre di 23’yê Hezîrana 2016’an de hate berdan û piştre ji hemû sûcdariyan beraet kir.    Nazim, di 9’ê Çileya 2016’an têkildarî Taybet Înan nivîsa “Ji bo definkirina Taybet Înan a 55 salî ku li Silopiyayê hate qetilkirin û cenazeyê wê bi rojan li kolanê hate sekinandin, serî li DMME’yê hate dayin.” Ev parvekirin jî ji Nazim hate pirsîn. Û nazim û hevala xwe Cîhan Bîlgîn, di salvegera qetilkirina Taybet Înan de, di 19’ê Kanûnê de dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin hatin qetilkirin.    MA / Abdurrahman Gok