Li Reqayê 18 DAIŞ’î hatin girtin 2024-12-22 15:47:01   NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyona hêzên wan de li Reqayê 18 endamên DAIŞ’ê hatine girtin.    Operasyonên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li dijî şaneyên DAIŞ’ê berdewam in. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) der barê operasyona dawî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Li gorî nûçeya ANHA’yê; HSD’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Di vê pevajoya dawî de, DAIŞ’ê ji tevliheviya rewşa Sûriyeyê sûd wergirt, hem li devera herêma Çolistanî (Badiye) û hem jî li deverên din gelek cebilxane û derfet xistin destê xwe. Yek ji van deveran Reqa û gundewarên wê bû. Ji ber vê yekê, şevê din (21 Kanûna 2024’an) hêzên me û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li bajarê Reqayê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyonek hevbeş pêk anîn. Di operasyonê de 18 çeteyên DAIŞ’ê û kesên gumanên tevkariya wan a bi DAIŞ’ê re hene, hatin girtin.”