Dayika Cîhan Bîlgîn: Pênûsa wê li erdê nehêlin 2024-12-23 10:10:52 MÊRDÎN - Katîbe Bîlgîn ku keça wê rojnameger Cîhan Bîlgîn hatibû qetilkirin, wiha got: “Îşala rêhevalên Cîhanê dê pênûsa wê û Nazim li erdê nehêlin.” Bavê wê, Mehmet Nesîm Bîlgîn jî anî ziman ku keça wê kamera û pasaporta xwe girtiye û berê xwe daye Rojava û emniyetê jî bi vê sedemê ew tacîz kirine.  Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Bertekên li dijî qetilkirina rojnamegeran didomin. Baroyên bakurê Kurdistanê û ya Stenbolê, rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran, partiyên siyasî û hwd. dixwazin derheqê bûyerê de lêpirsîn were destpêkirin. Dayik û bavê Cîhan Bîlgînê jî ji xebatkarên Çapemeniya Azad xwestin ku pênûsa keça wan li erdê nehêlin.    'DÊ RÊHEVALÊN WÊ PÊNÛSA WÊ LI ERDÊ NEHÊLIN’    Dayik Katîbe Bîlgîn, anî ziman ku Cîhanê pir ji hevalên xwe û têkoşîna diparast hez dikir û wiha got: “Kezeba me şewitî, bila ya tu kesên din neşewite. Ez dixwazim aştî bê dinyayê. Ez silavên xwe ji Rojava re, ji hevalên wê re, ji rêhevalên wê re dişînim. Ez çavên wan maç dikim.”      Bi domdarî Katîbe Bîlgîn diyar kir ku dema keça wê diçû Rojava ji wê re gotiye; “Ez dixwazim biçim hinek tiştan bikim. Ez naxwazim neheqiyê bibînim.” Katîbe Bîlgîn, wiha domand: “Divê rojnameger bikarin bi rehetî bigerin. Divê hedef neyên girtin.”    Katîbe Bîlgîn, silav ji hevalên xebatê yên Cîhanê re jî şand û wiha got: “Îşala dê rêhevalên Cîhanê nehêlin pênûsa wê û ya Nazim li erdê bimîne.”    ‘KAMERAYA XWE GIRT Û BERÊ XWE DA ROJNAMEGERIYÊ’    Bav Mehmet Nesîm Bîlgîn jî diyar kir ku Cîhanê piştî perwerdeya zanîngehê berê xwe daye rojnamegeriyê û ev tişt anî ziman: “Kameraya xwe girt, pasaporta xwe derxist û bi rê ket. Ji ewil çû Başûr (Herêma Federe ya Kurdistanê), ji wir jî berê xwe da Rojava. Rojnamegerî dikir. Ji bo heqîqetê, ji bo heqaniyetê têdikoşiya.”    'ARMANCA WÊ HEQÎQET BÛ’   Bav Bîlgîn, got; “Di destê Cîhanê de tenê kameraya wê hebû” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser karê xwe bû. Armanca wê doza heqîqetê bû. Di got ku dê ji bo doza xwe têbikoşe. Her tim dixwest bi ser keve. Her tim hewl dida karê xwe baş bike. Hewl dida li ser heqaniyetê bike. Çi çawa bûye wisa vedigot. Bi awayekî cuda nîşan nedida. Em jî dê bibin şopdarên doza wê. Em ê di tevahiya jiyana xwe de wê ji bîr nekin. Daxwaza me ev e. Serê gelê me sax be. Ji hevalên wê yên rojnameger re serkeftinê dixwazim. Bila êdî kesek vê êşê nejî.”    'EMNIYET LI CÎHANÊ DIGERIYA’   Bîlgîn, da zanîn ku emniyetê beriya gelek caran bangî wî kiriye û kesên wî nas nedikir pirsa Cîhanê ji wî kiriye û ev agahî parve kir: “Ji min re gotin ku çûye Rojava. Wêneyê derxistin û nîşan dan. Wêne bi wan re hebûn, lêkolîn dikirin. Dixwestin ez bi wê re biaxivim û banga hatinê lê bikim. Xwestin ez li ser telefonê pê re biaxivim û agahiyan jê bixwazim. Min jî jê re got ku heke li min bigere ez ê ji wan re bibêjim û ji wir hatim. Çendek caran telefon vekirin û pirsîn bê ka min agahî girtine yan na. Min jî got na. Xwestin bi zarokên min ên li Ewropayê re peywendiyan danîn. Gotin ew ê telefonê bidin. Dema nekarin tiştekî bi dest bixin jî dev ji geriyanê berdan.”    MA / Ahmet Kanbal