Nivîskarê Fransî Franceschi: HTŞ ajandaya Erdogan bi cih tîne 2024-12-23 11:14:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Fransî Patrice Franceschi diyar kir ku HTŞ ajandaya serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêk tîne û ji bo êrişên ser Kobanê jî wiha got: “Amerîkayî, Fransî û ewropayî divê pêşî li Tirkiyeyê bigirin da ku nekare bajarekî wiha bûye sembol dagir bike.”  Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên piştî hilweşîna rejîma Baasê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Êriş, bi taybet jî li ser Pira Qereqozaqê û derdora Bendava Tişrînê zêde bûne û HSD jî li dijî van êrişan li ber xwe bide.    Bertekên li dijî êrişên dewleta tirk berdewam in. Nivîskarê pirtûka “Mirina ji bo Kobanê” nivîskarê Fransî Patrice Franceshi ku herêmê jî baş nas dike, têkildarî geşedanên li herêmê ji ANF’ê re axivî.    ‘HTŞ AJANDAYA ERDOGAN BI CIH TÎNE’    Franceschî, diyar kir ku hilweşîna rejîma Esad rewşeke erênî ye lê yên ku ew hilweşandine dibe ku xerabtir bin û wiha got: “Em rewşa Şahê Îranê ya sala 1979’an bînin bîra xwe, hilweşiya û dihat hêvîkirin tiştên baş pêk wer in. Lê rewşa niha gelek tirsnak e. Hilweşîna desthilatdariya Beşar Esad jî rewşeke erênî ye. Ji ber ku her der di nava xwînê de hiştibû. Divê em baldar bin, ji ber dibe ku yê hatiye şûna wê xerabtir be, bi taybetî ji bo Kurdan û hemû kêmneteweyên li Sûriyeyê.   Ez vekirî dibêjim. Heyet Tehrîr El-Şam tevliheviya komên îslamî ye ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne birêveberin, fînansekirin, alîkariya wan tê kirin. Her wiha ji aliyê Qeterê ve jî ji aliyê madî ve tên destekkirin. HTŞ’ê niha bernameya ji aliyê Enqere û Erdogan ve hatiye diyarkirin, bi cih tîne. El Colanî, HTŞ’ê û Erdogan hewl didin Rojava qaneh bikin ku ew hevkarên gelekî bi rûmet in. Divê em bi vê neyên xapandin. HTŞ’ê komeke Îslamî ya radîkal e ku ji bo Kurdan, Xiristiyanan, Êzidiyan û hemû kêmneteweyan xetere ye. Dîsa jî, ew dê bi mehan hewl bidin ku me qaneh bikin ku ew hevkarên pêbawer in. Heke em bikevin vê xefikê û li Neteweyên Yekbûyî (NY) kursiyekê bidin wan, ya jî em HTŞ'ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxînin, em ê berdêlên giran bidin. Ji ber dema ku van tawîzan bi dest bixin, wê rojeva xwe ya rasteqîn bixin pratîkê, bi avakirina şerîatê re dest li her deverê werdin. Ev yek ji bo hemû kêmneteweyan bi taybetî ji bo Kurdan nebaş e.”   ‘NE NERMBÛN Û NE JÎ NÛJENBÛNA CÎHADÎSTAN NÎNE’   Franceschî, destnîşan kir ku ji bo siberojê xeteriyeke gelekî mezin e û wiha domand: “Ji ber ku rêxistineke Îslamî ya nerm an jî nûjen nabe. Tiştekî bi vî rengî nîne. Îslamîst in. Ji ber vê yekê ew dijminên Rojava ne, dijminên demokrasiyê ne, dijminên Kurdan û dijminên kêmneteweyan in. Divê hewla ku tiştekî baş in neyê nîşandan. Ew El Qaîde ne, ne tiştekî din in.”   Franceschî, diyar kir ku niha li Sûriyeyê ji aliyekî ve hewla El-Colanî û HTŞ'ê heye ku başûrê Sûriyeyê dagir bike û wê tev li fikrê Împaratoriya Osmanî bike û li aliyê din li dijî Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên tunekirinê tê meşandin û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk ev wezîfe da Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO). Ev SMO niha êrişî Kurdan dike, Minbic dagir kiriye û dora Kobanê girtî ye.   Ev leşkerên bi pere ne. Kêm an jî zêde îslamîst in. Ji hêla Enqereyê ve hatine perwerdekirin û xwedîkirin. Di sala 2018'an de vê komê li Efrînê paqijiya etnîkî kir. Her wiha ji bo paqijiya etnîkî ya Ermenan ev şandin Qerebaxê. Îro jî bi qasî ku ji destê wan tê dixwazin li Bakurê Sûriyeyê Kurdan tune bikin. Ev hemû parçeyeke ji hêviyên Erdogan e. Divê welatên rojavayî vê manevrayê fêm bikin û ji bo Kobanê û Reqa ji aliyê SMO’yê ve neyê dagirkirin, desteka xwe ya ji bo Kurdan bidomîne.”   ‘KOBANÊ SEMBOL E’    Franceschî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya ku piştî serketina Kobanê yekser rû da, yanî piştî serketina Kurdan a li dijî DAIŞ'ê, xwedî girîngiyeke gelekî sembolîk e. Heke em dostên xwe yên Kurd di destê SMO’yê û artêşa Tirk de bihêlin û destûr bidin Kobanê bikeve destê wan, wê demê ev tê wateya dawiya cîhanê ye. Anku bi gotineke din li hemberî teror û totalîterîzma Tirk ev yek wê bibe dawiya azadiya Rojava. Hêzên Rojavayî, Amerîkî, Fransayî û Ewropî ji bo ku Tirk bajarekî bi vî rengî yê sembolîk dagir nekin divê bikevin nava tevgerê.   Mixabin ku demokrasiyên welatên Rojava a niha hinekî lawaz in û endambûna Tirkiyeyê ya ji NATO’yê re yek ji pirsgirêka herî mezin e. Bi qasî ku ku Tirkiye perçeyeke NATO’yê be, divê hevalbendê Ewropayiyan be. Di rastiyê de divê Tirkiye ji NATO’yê were avêtin. Li wir karê wê tune ye, ji ber ku hemû bername û îradeya wê li dijî Rojava, demokraî û her kesî ye. Ji ber wê yekê dema ku welatên weke Tirkiyeyê endamên NATO’yê bin, em di mijara alîkariya ji bo Kurdan de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Her tişt gelekî tevlihev e.“   ‘JI MODÊLA ROJAVA DITIRSIN’   Franceschî, anî ziman ku pirsgırêk ew e ku; modêla ji aliyê Rojava ve tê pêşniyarkirin û ya a niha tê sepandin, bi rastî jî modeleke ecêb e û dikare hemû Rojhilata Navîn veguherîne û wiha dom kir: “Lê belê beşa Rojhilata Navîn a mayî vê modelê naxwaz e, ji ber ku hemû welatên li dora Sûriye, Iraq, Ûrdin, Tirkiye û Rojavayê li hemberî vê fikrê ne. Ew demokrasî, wekheviya zayendî, azadiya jinan û laîktiyê weke jehrekê dibînin. Ew ji vê modêla serkeftî ditirsin û wê naxwazin. Ji ber vê yekê li seranserê cîhanê hevalên me yên wêrek ên vê modelê diparêzin bi muxalefeteke dijwar re rû bi rû dimînin.  Niha jî pirsgirêk ev e.”   ‘EM NEÇAR IN KU PIŞTGIRIYA KURDAN BIKIN’   Franceschî di dawiyê de bibîr xist ku bidestxistina kampên Roj û Holê ya ji aliyê komên cîhadîst ve ji bo her kesî talûkeyeke mezin e û axaftina xwe wiha qedand: “Li van kampan zêdetirî 50 hezar cîhadîst û malbatên wan tên girtin. Ev kampên li Rojava ji bo welatên rojava û demokrasiyan weke bombeyekê ne. Hêvî dikim ku welatên Ewropayê û Emerîka wê vê pirsgirêkê bibînin û rê nedin ku Tirk û hevalbendên wan ên îslamparêz van kampan bi dest bixin. Tiştên ku a niha rû didin gelekî cidî ne û her tişt bi talûkeyê re rû bi rû ye. Mixabin ku li DYA’yê ji ber pêvajoya derbasbûnê ya di navbera Trump û Biden de nediyariyek heye. Hêvî dikim ku wê beriya 20’yê Çileyê biryara rast bidin û em ê jî piştgiriya tam bidin Kurdan.   Herî dawiyê ez dixwazim vê yekê bînim ziman; cîhana azad-yanî welatên rojava, lê belê di heman demê de Kurd û welatên din, divê bizanibin ku tiştên ku a niha li bakurê Sûriyeyê pêk tên ji bo azadiya hemû cîhanê xwedî girîngiyeke mezin e. Divê a niha alikarî û piştgiriya me ya ji bo Kurdan tam be. Nexwe wisa nebe hemû cîhan bi talûkeya hilweşînê re rû bi rû ye.”