Di doza Ozgur Gundemê de ceza hate dayin 2024-12-26 11:58:59 STENBOL - Di doza rojnameya Ozgur Gundemê de ku rêveber û nivîskarên wê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tên darizandin, 11 sal û 7 meh cezayê hefsê hate dayin.  Rojnameya Ozgur Gundemê bi KHK’ê hatibû girtin û derheqê rêveber û nivîskarên wê Huseyîn Aykol, Ayşe Batumlu Kaya, Eren Keskîn û Reyhan Çapan de bi îdiayên “Nûçeyên ku çalakiyên tundiyê rewşa nîşan didin weşandine”, “Propagandaya rêxistinê” û “Ji bo sûc were kirin yekser tehrîk kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya jinûvedarizandinê ya dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Parêzer Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz di danişînê de amade bûn.    Dozger, mutalaaya xwe ya ku ceza dixwest dîsa dubare kir.    Dadgehê jî biryara xwe eşkere kir. Di biryara xwe dadgehê got ku ji ber dosyayeke cuda ya têkildarî Ozgur Gundemê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Eren Keskîn hatiye birîn û tu biryar neda.    Dadgehê, bi îdiayên “Propagandaya rêxistinê” û “Ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye”, 4 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hefsê da Midûra Karên Nivîsan a Berpirsyar a berê Reyhan Çapan û Gerînendeyê Giştî yê Weşanê Huseyîn Aykol û salek û 21 meh û 2 roj jî cezayê hefsê da nivîskara rojnameyê Ayşe Batumlu.