Di doza Narîn Guranê de mutalaa hat dayin 2024-12-26 15:50:50 AMED - Danişîna doza Narîn Guranê piştî navberê, dozger kurtehiya mutalaaya xwe pêşkeşî şandeya dadgehê kir. Danişîn, bi parastinên li dijî mutalaayê didome.  Danişîn duyemîn a doza qetilkirina zaroka 8 salî Narîn Guran a ku di 21’ê Tebaxê de li gundê Çûlî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û cenazeyê wê di 8’ê Îlonê de hate dîtin, tê lidarxistin. Danişîn, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin. Dayika Narîn Guranê, Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar di dozê de tên darizandin. Ji bo her çar bersûcan jî cezayê muebbeta girankirî tê xwestin. Her 4 bersûc û aprêzerên wan di danişînê de amade bûn.    Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê, parêzerên Baroya Amedê, parêzerên Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî û gelek siyasetmedar û nûnerên rêxistinên zarok û jinan tev li bûn.   Piştî navbera hatiye dayin, dozger kurtasiya mutalaayê pêşkeşî dadgehê kir.     Dozger, xwest ku her 4 bersûc jî bi cezayê muebbeta girankirî bên cezakirin û rewşa wan a girtî bidome.    Piştre jî parastinên li dijî mutalaayê dest pê kirin.     Ji ewil bavê Narîn Guranê, Arîf Guran got ku di roja bûyerê de li Êlihê bû, di saetê ber bi êvarê de çûye taxa cîran, cîranê wan li wî geriyaye û jê re gotiye ku Narîn winda bûye. Guran, da zanîn ku Narîn ji bo wî û hevjîna wî Yuksel Guran girîng û cuda bû û wiha got: “Dayikekê bi zarokê wê tawanbar dikin. Hem zarokê wê jê standin hem jî pê tawanbar dikin. Hevjîna min geriya û got; ‘Dê werî xwarinê?’ Min got ku dê pê re negihijim. Dengê wê hinek dilerizî.”    Guran, da zanîn ku dema gihiştî gund û qelebalix dîtî aloz bûye û wiha domand: “Min got heke ev qelebalix tevek li vir be niha tiştek bi serê keça min hatiye. Ez tev li lêgerînan bûm. min got; ‘Bila her kes tev li lêgerînê bibe.’ Li gund kûçik hebûn. Min got; ‘Van kûçikan êrişî keça min klirine, ketiye zeviya garis.’ Ez kesekî naparêzim. Ez ê ji bo keça xwe canê xw bidim.”    Danişîn, bi îfadeyên Arîf Guran didome.