Di sala 2024’an de bûn pêşengên berxwedanê 2024-12-28 09:04:59 AMED – Ciwanan di sala 2024’an de ji bo debarê û stargehê têdikoşiyan û li aliyê din li dijî polîtîkayên qeyûman û şerê taybet pêşengî kirin. Ciwan di nav beşên ku herî zêde bandorê li pêşketinên siyasî, aborî, civakî û çandî yên li welêt dikin de cih digirin. Ciwan hem dibin hedefa polîtîkayên ajankirinê û asîmîlasyonê, hem jî xwestin fihûşê bi wan bidin kirin û tiryakê bidin bikaranîn.   Ciwanan weke salên borî îsal jî bi van pirsgirêkan re têkoşîn meşandin. Lê belê berxwedana ciwanan a li hemberî van polîtîkayan dewam kir. Li aliyekê ciwanan li dijî polîtîkayên şerê taybet li ber xwe dan, li aliyê din jî daxwazên xwe yên perwerdehiya azad, zanistî û demokratîk di gelek qadan de berz kirin.   TÊKOŞÎNA JI BO DEBARÊ   Pirsgirêkên aborî û malnişîn ên xwendekarên zanîngehê berdewam kirin. Di nava salekê de li gelek zanîngehan çalakiyên; “Em nikarin debara xwe bikin, nikarin xwe cihê razanê peyda bikin” hatin lidarxistin. Xwendekarên zanîngehê jî li dijî êrîşên nîjadperest têkoşîneke dijwar dan. Di nava salê de bi taybet li Zanîngeha Enqereyê gelek êrîşên nijadperestî pêk hatin. Tenê di meha çile de 3 êrişên nijadperestî pêk hatin. Kesên ku li zanîngehê ewlekarî dikirin bi êrîşkarên nîjadperest re tevdigeriyan, polîsan tenê li êrîşan temaşe dikirin.   Xebatên birêxistinkirina ciwanan ên li Stenbol û Mêrdînê derketin pêş. Li Stenbolê xwendekarên Zanîngehê, Meclîsa Xwendekarên Azad û li Mêrdînê Yekîtiya Xwendekarên Mêrdînê ava kir.   Şert û mercên nebaş ên li wargehên girêdayê Midûriyeta Giştî ya Kredî û Stargehan (KYK) nehat sererastkirin. Xwendekarên ku neçar man di stargehan de bimînin, îsal jî li dijî şert û mercên serşo, lavabo û odeyên razanê çalakiyên xwe berdewam kirin. Xwendekarên li qadan li hemberî 2 hezar TL'yî burs bi daxwaza "Bûrs têra debarê dikin" çalakî lidarxistin.   ÇALAKIYÊN JI BO ROJÎN KABAÎŞ   Rojîn Kabaiş a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYÛ) ku di 27'ê Îlonê de li Wanê winda bû, di 15'ê cotmehê de mirî hatibû dîtin. Ji ber ku gumanên windakirin û mirinê nehatin zelalkirin bertekên ciwanan bi rojan dewam kirin.   DAXWAZA ‘AZADÎ JI BO OCALAN’    Bi taybetî li bajarên Kurdistanê ciwan di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” di nava komên pêşeng de cih girtin. Di serî de Amed, Şirnex, Colemêrg, Wan û Êlihê li gelek bajaran bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî" çalakî û meş hatin lidarxistin, daxuyanî hatin dayîn. Ciwan bi awayekî çalak beşdarî çalakiya “1000 name ji Îmraliyê re” bûn.   POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET   Polîtîkayên şerê taybet ên weke fuhûş, tiryak, asîmîlasyon û ajantiyê bûne rojeva sereke ya ciwanan. Meclisa Ciwanên DEM Partiyê di sala 2024’an de di çarçoveya hemleya “Berxwedana bi rûmet a li dijî şerê taybet” de ku di 5’ê tebaxa 2023’an de li dijî polîtîkayên şerê taybet da destpêkirin, çalakî û çalakî li dar xistin. Li ser navê xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ya ku di 5’ê çileya 2020’an de li Dêrsimê hat windakirin û heta niha aqûbeta wê ne diyar e, bi dirûşma “Lexê - Ciwan li qadan in” turnuvaya futbolê hat destpêkirin. Fînala turnuvaya ku li 12 bajaran hat lidarxistin, di 23'ê Îlonê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat lidarxistin. Li dijî polîtîkayên şerê taybet di nava salê de malbat hatin ziyaretkirin û atolyeyên cuda hatin organîzekirin.   ŞERMEZARKIRINA QEYÛMAN   Li Colemêrg, Esenyurt, Mêrdîn, Êlih, Xelfetî, Miks, Dêrsim û Pulurê tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin û ciwanan pêşengiya çalakiyan kirin. Li gelek bajarên Kurdistanê ciwanan bi rojan li dijî polîtîkayên qeyûman li ber xwe dan. Ciwan tevî binçavkirin, girtin, tundî û dozê jî kolan neterikandin. Her wiha ciwan li hemberî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng neman.   LÊGERÎNA TAZÎ   Binçavkirin û girtina ciwanan bi taybetî yên di qada siyasî de dixebitin, ti carî ranawestiya. Di nava salekê de bi sedan ciwan an hatin girtin an jî hatin binçavkirin. Herî dawî 9 ciwanên ku di 2'ê kanûnê de ji bo bi Îsraîl qutkirina bazirganiya Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan protesto bikin hatibûn girtin. Ciwan li girtîgehê rastî lêgerîna tazî hatin. Piştî bertekan ciwan serbest hatin berdan.   ‘TÊKOŞÎN BI RÊXISTINBÛYÎNÊ PÊKAN E’   Endamê Meclîsa Ciwanên DEM'ê Mustafa Yaşodun polîtîkayên li ser ciwanan û têkoşîna li dijî wan nirxand. Yaşodun diyar kir ku di sala 2024'an de zextên li ser ciwanan zêde bûne û got, "Îro li dijî faşîzmê ciwanên ku têkoşîna herî pêşketî, fedakar û leheng dimeşînin hedef digire." Yaşodun têkildarî polîtîkayên şerê taybet wiha axivî: "Ciwan dîroka têkoşîna şoreşgerî, sekna xwe ya îdeolojîk, xwe ji xwe re dike armanc. Bîranîna paradîgma, esas û nirxên şoreşgerî li hemberî zextan bersiva herî xurt e. Ciwan dikarin li dijî êrîşên modernîteya kapîtalîst bi xwendinê, li atolyeyan werin cem hev, bi hev re nîqaş bikin, bi rêxistin bikin, ne bi navê ne ‘ez’, bi hişmendiya ‘em’ têbikoşin.”   ‘ÊRIŞ VALA HATIN DERXISTIN’   Yaşodun diyar kir ku di nava salê de bi ciwanan re hatin cem hev û li dijî polîtîkayên hikûmetê gelek komxebat û konferans li dar xistin û destnîşan kir ku van hewldanan di qonaxekê de encam dane. Yaşodun ev tişt anî ziman: "Vîna ku ciwanan nîşan da, bi taybetî di 3 mehên dawî de, nîşan da ku hemû êrîşên modernîteya kapîtalîst pûç bûne. Di heman demê de nirxandinên li ser xwe yên weke 'siyasetbûyîn, xemsariya, nifşê' jî pûç kir. Di demeke ku herî zêde pêwîstî pê hebû de, ciwanên Kurdistanê li hemberî êrîşan li ber xwe dan. Divê ev rastî û ruhê ji nû ve hatiye afirandin, hem ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst û hem jî ji aliyê hêzên modernîteya demokratîk ve baş were fêmkirin û nirxandin."   ‘TÊKOŞÎN DÊ WERE MEZINKIRIN’   Yaşodun bal kişand ser xeta têkoşînê ya serdema nû ya ciwanan û wiha got: "Armanca ciwanan ew e ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe, li Tirkiye û Kurdistanê rê li ber siyaseta demokratîk vekin, çareseriya demokratîk pêk were. Ciwan li dijî hemû êrişên li ser civakê bi refleksa parastina rewa tevdigerin.”   Yaşodun destnîşan kir ku ciwan wê di sala nû de li dijî polîtîkayên bê nasname, bêpêşeroj û koçberkirinê li ber xwe bidin û got, "Ji bo ev têkoşîn hîn mezintir bibe, divê li her deverê tax bi tax, kolan bi kolan xebat bên meşandin. Zanîngeh bi zanîngeh, fabrîqe bi febrîqe, bi sazkirina têkiliyan re wê ev têkoşîn hîn bêhtir bîrdozî bibe. "   MA / Rukiye Adiguzel