'Kesên nikarin ji ser qoltixên xwe rabin zarokên gel li qadên şer didin kuştin' 2024-12-28 09:09:08 MÊRSÎN– Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, gotin: "Kesên nikarin ji ser qoltixên xwe rabin zarokên gel li qadên şer didin kuştin."  Li gel êrişên ku di encamê de rejîma Sûriyeyê hat guhertin, êrişên Tirkiyeyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (ANS) li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Çalakî û bertekên li hemberî êrişan jî didomin. Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê diyar kirin ku dê êriş nebin çareserî û gotin ku çareseriya pirsgirêkê aştî ye.   'EM Ê LI CEM ROJAVA Û KOBANÊ BIN'   Ji Dayikên Aştiyê Raziye Sonerê jî got: "Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li cem Rojavayê bin. Em dixwazin aştî were ser axa me. Ji ber vê yekê em dixwazin ku serokê me û nêrînên wî azad bin, divê parêzerên wî bi wî re hevdîtinê bikin. Çi dibe bila bibe em ê li cem Rojava û Kobanê bin."    Tenzîle Baydarê anî ziman ku dayikên kurd tevî êşên ku jiyane jî dest ji aştiyê bernedane û got: "Divê hemû kurd destên xwe bidin hev û vî şerî rawestînin. Heta ku qetlîam bikin em ê aştiyê biparêzin. Divê kurdên li çar parçeyên Kurdistanê yên Iraqê, Îranê û Şamê dest bidin hev. Her kesê ku piştî qetilkirina 2 rojnamegeran ji xwe re dibêje ‘kurd’ divê çi ji destê wan bê bikin û vê derfetê nedin dewletê. Ger kî aştiyê bixwaze, Rêberê me amade ye. Rêberê me bi salan e banga aştî û biratiyê dike. Ger aştiyê dixwazin, Rêberê me amade ye, bila biçin ziyaretê û biaxivin. Helbet em ê bi ser bikevin, Dayikên Aştiyê dê bi ser bikevin."    'DÊ HETA KENGÎ BI KURDAN RE ŞER BIKIN'   Zeynep Arslanê anî ziman ku yek ji sedemên krîza aborî ya li Tirkiyeyê şerê Tirkiyeyê yê li dijî kurdan e û got: "Ev xizanî û krîza aborî ji ber şer e, em hemû jî vê yekê dizanin. Eger şer raweste, ev krîza li Tirkiyeyê wê bidome. Em naxwazin êdî xwîn bê rijandin. Di vî şerî de sivîl û rojnameger tên qetilkirin, heta kengê ew ê bi kurdan re şer bikin? Em ê heta ku ji destê me bê, em ê li dijî şer bisekinin."   Arslanê got: "Kesên nikarin ji ser qoltixên xwe rabin zarokên gel li qadên şer didin kuştin."