Parêzerê di nobeda li ser sînor de: Divê Tirkiye dest ji fobiya kurd berde 2024-12-28 10:52:47 MÊRDÎN - Parêzerê ÎHD'ê Ahmet Arikan ê li sînorê Nisêbîn-Qamişloyê beşdarî çalakiya nobedê bû got: "Divê Tirkiye ji fobiya kurd rizgar bibe. Wê ne rast be ku mirov sedsala 21'ê li ser esasê tirsê xeyal bike."  Êriş û gefên Tirkiyeyê û çekdarên girêdayî wê yên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (ANS) li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Li hemberî vê rewşê 13’ê Kanûnê li ser sînorê Qamişlo yê navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê çalakiya nobedê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 16’emîn de berdewam dike. Ji gelek bajaran siyasetmedar, jin, ciwan, rêxistinên sivîl û parêzvanên mafên mirovan piştgirî didin çalakiyê. Ji kesên beşdarî berxwedana li ser sînor bûne yek jê jî parêzer Ahmet Arikan e ku yek ji rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê ye.   BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWEY KIR   Parêzer Arikan bal kişand ser wê yekê ku piştî rûxandina rêjîma Esed rewşeke nû li Sûriyeyê derketiye holê. Arikan anî ziman ku di serdema nû ya veguherînê de li hemberî binpêkirina mafên mirovan berpirsyariyên mezin ên rêxistinên mafên mirovan hene. Arikan got: "Em ji bo pêşî li binpêkirinên mafên mirovan ên piştî hilweşîna pergalê bi avabûnên nû hatine avakirin re bigirin, li vir in. Banga me ji rêxistinên navneteweyî, saziyên ku aliyên peymanên navneteweyî ne û hiqûqa mirovahiyê diparêzin; divê pêşî li binpêkirinên mafên mirovan bigirin. Li welatên ku şer lê hene parastina ol, ziman û çandan tenê ne aîdê mirovên li wir in an jî tenê ne peywira wî welatş ye. Berprisiyariya dewletên bawerî bi hiqûqê anîne jî. Daxwaza me ew e ku di pêvajoya derbasbûnê de pîvanên hiqûqê esas bên girtin."    ‘PERGALA LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ GIRÎNG E'   Arikan bal kişand ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: "Piştî rûxandina rejîma Baasê neçar ma ku modeleke nû derkeve holê. Em behsa ezmûna 12 salan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Di nava wan de çandeke avabûyî ya bi rêbaza siyasî û civakî heye. Domandina vê pêvajoyê di warê mafê çarenûsa gelan de gelekî girîng e û ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve hatiye ferzkirin."   Arikan bal kişand ku divê pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê parastin û got: "Eger Tirkiye kurdên li vir dijîn wekî welatî dibîne, divê li Rojavayê jî li ser esasê hemwelatîbûnê binirxîne. Divê Tirkiye ji fobiya kurd rizgar bibe. Wê ne rast be ku mirov sedsala 21'ê li ser esasê tirsê xeyal bike."