Bîranîna Roboskiyê: Dê têkoşîna hesabpirsînê bidome 2024-12-28 16:04:56 ŞIRNEX - Di bîranîna ku di 13'yemîn salvegera Komkujiya Roboskê de hat lidarxistin de, hat diyarkirin ku têkoşîna hesabpirsînê dê bidome. Malbatên ku di komkujiya Roboskê de zarok û xizmên wan hatin kuştin, di 13'yemîn salvegera komkujiyê de li ser goristanê kombûn û qurbaniyan bibîr tînin. Her wiha bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratik (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tuncer Bakirhan, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û serokên baroyên bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyanî hat dayîn.    Di daxuyaniyê de tevî pankarta "Komkujiya Roboskê di sala 13'yan de li benda edaletê ye", "Roboskê birîna bi xwîn a Kurdistanê ye", "Leşkerên we dikevin, têkoşîna gel dê mezin dibe" hatin vekirin.    Nûnerên saziyên sivîl û baroyan ên li vir ewil axivîn, diyar kirin ku kiryar bi îradeya siyasî hatine parastin û diyar kirin ku komkujî bi polîtîkaya neşopandinê û bêcezakirinê encam daye. Di axaftinên xwe de bal kişand ser wê yekê ku ew ê bûyerê bişopînin da ku kiryar bên darizandin.   'ROBOSKÎ BIRÎNA KURDISTANÊ YE'   Sekretera Giştî ya KESK'ê Sevgî Yilmaz di daxuyaniyê de axivî û got: "Trajediya vî welatî ye ku dayikên bi cilên reş, wêneyên hevjîn û zarokên xwe yên ku li ser wî girî dimeşin silav dikin. Ev sed sal in em dibînin. Bi salane zarokek dibêje Roboskî birîna Kurdistanê ye û pankarteke wiha hilgirtiye. Komkujiya Roboskî zincîra destpêkê ya bûyerên weke Qezaya Kana Somayê ye. Em ji şînê bêzar bûne, lê em ê têkoşîna xwe bidomînin, êşa we êşa me ye."   Cîgira Serokê Giştî ya EHP'ê Sanem Kural, diyar kir ku Komkujiya Roboskî encama polîtîkayên hikûmetê ye û wiha bi lêv kir: "Niha em di pêvajoyeke nû re derbas dibin. Vê desthilatdariya siyasî dîsa serî li polîtîkayên nehiqûqî da. Wekhevî û edalet nîne. Ji ber vê yekê em ê destê xwe bidin hev û têbikoşin.  Bijî biratiya gelan."   'EM EDALETÊ DIXWAZIN'   Dû re dayika Serhat Encû yê 17 salî Halîme Encû jî bal kişand ser daxwaza wan a edaletê û wiha got: "Çima hatin qetilkirin? Dilê me dişewite. Sûcê zarokên me çi bû? Cenazeyên zarokên me perçe kirin. Em edaletê dixwazin."   Hevseroka Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku hikûmetê ji Roboskê û vir ve polîtîkayên xwe yên qetlîamê yên li Kurdistanê didomîne û wiha axivî: "Heta ku azadî were vê erdnîgariyê em ê ji bo welat û axa xwe têbikoşin. Ji vê erdnîgariyê re dibêje welatê terorîstan. Kirinên terorîstî dikin dagirker in. Ji bo Rojava jî heman tiştî dikin. Heta edalet pêk were em ê li ber xwe bidin."    Herî dawî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û wiha bi lêv kir: "Her çend bi rêbazên curbecur vê dozê paşguh bikin jî, em ê şopdarên vê dozê bin. Binêrin nûnerên partiyên siyasî, Alîkarê Serokê Meclîsê. Birêz Levent yê ku ev mijar nivîsand û şopand. Raya giştî ya demokratîk heye, rêxistin û sendîkayên me yên pîşeyî hene, hûn ne bi tenê ne, tirk, kurd, ereb, elewî, raya giştî ya demokratîk heta ku edalet pêk were bi we re ye. Heta kiryar neyên cezakirin û ev dewlet bi van komkujiyan re rû bi rû bimîne, em ê têkoşîna xwe bidomînin.   Piştî axaftinan kesên beşdarî bîranînê bûn qurnefîl danîn ser gorên kesên hatin qetilkirin.