'Cezayê dane Nevzat Bahtiyar wijdana gel rehet nekir’ 2024-12-29 13:35:14 AMED - Di doza qetilkirina Narîn Guranê de bersûc Nevzat Bahtiyar ji sûcê “cînayetê” beraet kir. Parêzer Derya Yildirim û Aydin Ozdemîr diyar kirin ku biryara beraetê ya ji bo Bahtiyar biryareke xelete û wiha gotin: “Biryara derheqê bersûc Nevzat Bahtiyar de wijdana civakê rehet nekiriye.”  Zaroka bi navê Narîn Guran a 8 salî di 21’ê Tebaxê de li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû û cenazeyê wê di 8’ê Îlonê de hate dîtin. Di doza qetilkirina Narîn Guranê de ji ber sûcê “Bi komî cînayet kirine” cezayê muebbeta girankirî li dayika Narîn Guranê Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran û apê wê Salîm Guran hate birîn. Li bersûc Nevzat Bahtiyar ku îtîrafkiribû cenazeyê Narîn Guranê xistiye rûbarî û kevir daniye ser jî ji ber sûcê “delîlên sûc tune kiriye, veşartiye û guherandiye” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. Ji ber sûcê cînayetê jî biryara beraetê hate dayin. Tevî biryar û cezayê hatiye dayin jî hêj nayê zanîn bê kê cînayet kiriye. Biryara ji ber sûcê cînayetê ya ji bo Bahtiyar hatiye dayin, rê li ber bertekan vekir. Baroya Amedê, da zanîn ku dê li dijî biryar derheqê Bahtiyar de îtîraz bikin.      Endamê Komîsyona Şopandina Cînayeta Narîn Guranê ya Baroya Amedê Aydin Ozdemîr, diyar kir ku darizandin piranî erênî derbas bûye, li daxwazên hemû aliyan hatiye guhdarîkirin, hemû aliyan pirs kirine û hemû kesên beşdarî danişînan bûn bi awayekî bitendurist hatine lêpirsîn. Ozdemîr, diyar kir ku li  Tirkiyeyê cara ewil e di dozekê de baro weke “beşdar” hatiye qebûlkirin û wiha got: “Baroya Amedê di dozê de weke beşdar hate qebûlkirin û ev geşedaneke pir erênî bû. Jixwe di pêvajoya darizandinê de Baroya Amedê ji bo dosyayê tiştên pir cidî kir.”    'BIRYAR BI VÎ HALÊ XWE RAST NÎNE’   Ozdemîr, bi bîr xist ku bersûc Nevzat Bahtiyar ji sûcê kuştinê beraet kiriye û wiha domand: “Em, vê biryarê bi vî awayî rast nabînin. Li gorî me, diviyabû Nevzat Bahtiyar ji ber sûcê kuştinê bihata cezakirin. Hêj nehatiye zelalkirin bê kê Narîn Guran çawa kuştiye. Li ser ‘faîlên mişterek’ ceza hatiye dayin. Di vê rewşê de hewceye em li benda biryara bihincet a dadgehê bisekinin. Sedema cînayetê di dozên cezayê de bi tena serê xwe kêmasiyek nîne. Di hiqûqa cezayên teknîkê de şert nîne ku dadgeh illeh sedema kuştinê derxîne holê. Heke raxe ber çavan ku kiriyara kuştinê ji hêla ji yekî zêdetir ve hatiye kirin, bêyî ku sedema kuştinê were îspatkirin, dadgeh dikare biryarê bide. Lewma jî îspatnekirina sedema cînayetê kêmasî nîne. Lewma divê em xwe li benda biryara dadgehê bigirin bê çima ev biryar daye. Em ne li benda vê biryarê bûn. Piştî dadgehê biryara xwe eşkere kir, li ser navê Baroya Amedê em ê serî li îstînafê bidin.”    'WIJDANA CIVAKÊ REHET NEKIR’     Koordînatora Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Derya Yildirim jî diyar kir ku cezayê li Nevzat Bahtiyar hatiye birîn, tu kes razî nekiriye. Derya Yildirim, wiha domand: “Nayê qebûlkirin ku Nevzat Bahtiyar tenê ji sûcê ‘veşartina delîlan’ bê cezakirin. Ji ber ku Nevzat piştî çend tespîtan hate binçavkirin û dema dîtî xelasiya wî tune ye, her çend qismî jî be axivî. Nexwe tevî ku dizanî bedeneke biçûçik di bin avê de jî ye bêdeng ma, jiyana xwe ya asayî domand heta beşdarî xebatên lêgerînê bû. Ev ne tiştekî însanî ye. Heke yekser di kirariya kuştinê de cih negirtibe jî xuyaye ku ji bo veşartina sûc alîkarî daye. Lewma jî cezayê li Nevzat hatiye birîn, wijdana civakê rehet nekir. Qismekî darizandinê wekî me dixwest biencam nebû. Diviyabû Nevzat cezayê heq dikir bigirta. Lewma jî em ê ji vî alî ve li dijî biryarê îtîraz bikin.”    MA / Rûkiye Adiguzel