Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin 2025-01-02 16:54:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in.  Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersivên tund didin van êrişan.    TIL TEMÎR    Gundên Sîkêr El Îhêmer û Um El Kêf ên li rojavayê Til Temirê ku piraniya wan asûr in û gundê Dirdarayê yê li bakurê navçeyê bi çekên giran hatin topbarankirin. Têkildarî encamên êrişê agahî nehatin bidestxistin.    EYN ÎSA   Koma paramîlîter SMO’yê bi topên hewanê êrişî gundê El-Ebd El-Cumaa yê li rojhilatê Eyn Îsayê kir. Têkildarî encamên êrişê agahî nehatin bidestxistin.    BENDAVA TIŞRÎNÊ   Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî firina nan a li bajarokê Ciriniyê yê li başûrê Bendava Tişrînê kir. Di encma bombebaranê de xesarên madî gihiştin firinê.    MINBIC   Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li bajarokê Ebû Qelqelê wesayîteke zirxî û tankek rûxandin. Hat ragihandin ku bi dehan SMO’yî hatine kuştin.    Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişên dawî daxuyaniyek da û wiha got: “Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku bersiva êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li eniyê gundên Aştana û Mistaha yên li başûrê bajarê Minbicê da, êriş têk birin û çete qewitandin. Hêzên me li eniya bajarokê Ebû Qelqelê jî bersiva êrişên çeteyan da. Li derdora gundê Elûşê panzêreke BMB û tankek teqandin. Di şer û pevçûnan de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn. Li başûr û rojhilatê Minbicê şer û pevçûn berdewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek û obîsan herêmê bombebaran dike.”   Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzê Antîterorê dîmenên îmhakirina panzêrê ya li rojhilatê Minbicê weşandin.