Nobeda li sînorê Qamişloyê: Ger hûn jidil bin hûn ê guh bidin vîna çareseriyê 2025-01-03 15:38:26 MÊRDÎN - Li dijî êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûrî, li ser sînorê Qamişlo-Nisebînê nobet tê girtin. Nobeta ku 22 roj in didome daxuyanî hat dayîn.  Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin di roja 22'yemîn de didome.    Girseya ku di danê serê sibê kom bûn, bi pêşmalkên spî yên bi nivîsa "Rojava rûmeta me ye", "Ji şer re na", "Bîjî berxwedana Rojava" bal kişand ser êrîşên li dijî Rojava. Di çalakiyê de dirûşma "Bijî Berxwedana Rojava", "Jin Jiyan Azadî" berz kirin. Derbarê nobetê de daxuyanî hat dayîn.   Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser wate û girîngiya Kobanê û got: "Wek hûn jî dizanin bi birêz Ocalan re hevdîtinek pêk hat û birêz Ocalan ji sala 1993’yan ve daxwaza xwe ya aştiyê tîne ziman. Ger hûn jidil bin hûn ê guh bidin pêşniyara aştiyê û vîna çareseriyê ya Birêz Ocalan. Roj roja demokrasî û aştiyê ye."   Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.