Şandeya dixwest cenazeyan wergire ji deriyê sînor vegeriya 2025-01-09 08:45:42 ŞIRNEX -  Şandeya dixwest cenazeyê rojnamegerên hatine qetilkirin wergire wiha got: “Ev 20 roj in cenaze tên sekinandin. Ji bo ku bêhtir ezyet li cenazeyan neyê kirin em ji deriyê sînor diçin.”  Şandeya ku ji malbatên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) yê Mêrdînê Kamûran Tanhan endamên OHD, MEBYA-DER’ê û DFG’ê pêk tê ji bo cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigirin, roja 6’ê Çile saet 16.00'an de çûn Deriyê Sînor ê Xabûrê. Şande 3 rojan li ser sînor bi hincetên cûda cûda li deriyê Xabûrê hatin rawestandin û nehiştin malbat biçin cenazeyên zarokên xwe bigirin.   Şandê di roja 3’yan de ji deriyê sînorê Xabûrê veqetiyan. Şandê beriya ji deriyê sînor derbikevin daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku dê li dijî vê neheqiyê sibê (îro) li navçeya Silopiyayê daxuyaniyekê bidin. Di daxuyaniyê de Parlamenterê DEM Partî yê Mêrdînê Kamûran Tanhan axivî. Kamûran Tanhan anî ziman ku şandeya wan bi awayekî dijhiqûqî li deriyê sînor hatine sekinandin û ev tişt got: “Ew 3 roj in em li deriyê sînor tên sekinandin. Em bi sepaneke ku hemû nirxên mirovahiyê binpê kirin re rû bi rû man. 3 roj in me li vir û partiya me jî li meclîsê hevdîtin kirin. Lê hemû hewldanên me bê encam man. Me muxatabek nedît. Beriya ku em bêne vir me wezareta karê navxweyî û wezareta karên derve re hevdîtin kirin. Ji me re gotin tu pirsgirêk tune ye. Lê tevî vê yekê jî em 3 rojan bi awayekî dijhiqûqî dan sekinandin.”   Kamûran Tanhan diyar kir ku ew ji deriyê sînor derdikevin û wê têkoşîna wergirtina cenazeyan ji aliyê hiqûqî ve bidomînin. Bi domdarî Kamûran Tanhan, wiha got: ““Em ê sibê nîvro li navçeya Silopiyayê daxuyaniyê bidin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî vê bêhiquqiyê bertekên xwe bi çalakî û daxuyaniyan bidominin. Cenaze 20 roj in li morgê tên sekinandin. Tu hewldanên dîplomasiyê encam negirtin. Ji bo eziyet nedin cenazeyan û ji malbatan êşkence nekin em îro ji deriye sînor derdikevin. Em ê vê biryara li dijî hiqûqî li hemû qadan bi gelê xwe re protesto bikin. Ew têkoşîna hiqûq û mafê ye. Ji bo dewlet vegere ser hiqûqê em ê bi malbatan re têkoşîna xwe bidomînin. Heta em cenazeyan bigirin em ê têkoşîna hiqûqî bidomînin. Em li vir vê sozê didin gelê xwe. Tu gumana me tuneye. Bi vê biryarê hiqûqa Tirkiyeyê ku qesî derziyekê mabû jî ji holê hat rakirin.”   Bavê Nazim Daştan Mehmet Alî Daştan jî destnîşan kir ku wezareta Tirkiyeyê ya hundir û derve gotiyê hûn dikarin cenazeyên xwe bînin û wiha bertek nîşanî sekinandina wan da: “Em 3 roj in li vir tên sekinandin. Zarokên me rojnameger bûn. Sivîl bûn. Li ser karê xwe hatin qetilkirin. Em vê qetilkirinê qebûl nakin. 3 rojan em li ser sînor dan sekinandin. Nehiştin em biçin cenazeyên zarokên xwe bigirin. Ji me re dibêjinê “Sistem tune ye”. Bi vê yekê me dixapînin. Wezaretê derva û yê hundir soz dabûn me ku astengî dernaxînin. Bila soza xwe bi cih bînin. Wezaretê Dadê ji komisyona partiyan re gotin ew welatiyên me ne. Biçin cenazeyên xwe bînin. Em jî li ser gotinên wan hatin li vir ku biçin cenazeyên xwe bînin. Lê li vir em dan sekinandin. Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn rojnameger in. Li ser karê xwe hatin qetilkirin.”   Şande piştî daxuyaniyê vegeriya Sîlopiyayê.