Hîle û xurdeyên 'endamtiyê' yên Partiya Sedsala Nû derketin holê 2025-01-11 09:04:20   ŞIRNEX - Hat diyarkirin ku Partiya Sedsala Nû bêyî ku agahiya wan jê hebe gelek kes kirine endamê partiyê.   Hat diyarkirin ku Partiya Sedsala Nû ya ku di 2'yê Sibata 2024'an de di bin serokatiya Mehmet Alî Arslan de hat avakirin, gelek kes bêyî haya wan jê hebe kirine endamên partiyê. Gelek kesên ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi rêya e-devletê endamtiya xwe ya partiya siyasî dan ber lêpirsînê, hîn bûn ku ew bûne endamên Partiya Sedsala Nû.   Hat diyarkirin ku li navçeya Cizîrê tenê 10 kes ji heman taxê û ji heman malbatê bêyî haya wan jê hebe bûne endam. Welatiyên mexdûr diyar kirin ku ji ber vê rewşê dê giliyê partiyê bikin. Welatiyan bi rêya e-devletê endamtiya xwe bi dawî kirin. Welatiyên mexdûr bang li kesên li Şirnexê dijîn kirin ku bi rêya e-devletê endamtiya xwe ya partiya siyasî mêze bikin.   Serokê Giştî yê Partiyê Mehmet Alî Arslan li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bi zêdebûna hejmara endaman pesnê xwe da. Arslan got: “Wekî partiya herî zêde ya Tirkiyeyê, bi xebatên xwe yên endamtiyê di nava 168 partiyan de partiya 13’emîn em in. Spas Tirkiye."    Arslan îdia kir ku hejmara endamên partiya wî 51 hezar û 898 e.   MA / Zeynep Dûrgût