Cizîrî li dijî qeyûman meşiyan 2025-01-11 15:27:18   ŞIRNEX - Gelê Cizîrê li dijî hewldana tayînkirina qeyûm a Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê meşeke girseyî pêk anî.   Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnexê, Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî hewldana tayinkirina qeyum a şeredariya Akdenîza Mêrsînê li taxa Cûdî ya Cizîrê meşeke girseyî li darxist. Endamên saziyên sivîl ên Şirnexê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Şeredarî yên gel in em ê destûr nedin xaspê” hilgirtin û dirûşmeyên, “Qeyûm dê biçin em ê werin”, “Qeyûm dê hesap bidin gel”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bi berxwedanê em ê derbikevin” û “Qetûm talan e berxwedan jiyan e” ji taxa Cûdî heta qada Cizîrê ya Dortyolê meşiyan.   Girseyê li vir daxuyanî da û bertekên xwe anîn zimên. Ewil Hevseroka DEM Partî ya Şirnexê Nurcan Alturk diyar kir ku bi binçavkirinan dixwazin dest dînin ser vîna gel û got: “Hûn vîna me û nasnameya me nasnakin. Em jî wê nas nakin. Em hene û em ê hebin. Dev jî van polîtikayan berdin. Dest desteserkirina şeredariya Akdenîzê desteserkirina xwişk û biratiya gelan e.”   Piştrê Hevserokê DEM Partiyê yê Cizîrê Yilmaz Sanri daxuyanî xwend û got: “Hevşerdar û endamên meclîsê yê şeredariya Akdenîzê hatine binçavkirin û bi dorpêçkirina şeredariyê ve tê xwestin qeyum tayin bikin. Desthilatdariya AKP-MHPê veguheriye rejîmeke ku bi rêya dadgerî û polîsan tiştên ku bi hilbijartinan nekarî bi dest bixe bi darbeya qeyûman bi dest bixe. Ev êrîş di heman demê de êrîşeke mezin a li dijî mafê dengdanê û hilbijartinê yê gelê kurd e. Tu desthilatdarî bi zilmê bi ser neketiye û wê nekevê jî. Gelên Tirkiyeyê wê tu carî serî li ber vê zilmê netewîne. Di hilbijartinên herêmî yên dawî de, hikûmet ji ber van pêkanînan windahiyeke mezin da, her ku di vê rêbazê de israr bike dê winda bike.”   Yilmaz Sanri xwest ew derfetê nedin wan kesên ku li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî û siyasî dixwazin vê pêvajoyê têk bibin û got: “Divê hikûmeta AKP-MHPê bizane ku gelê kurd yê birûmet tu carî serî natewîne û ji têkoşînê venagere. Gelê me wê di her şert û mercî de vîna xwe biparêze. Bi şîara “Em ê aştî û vîna xwe biparêzin” em ê hem têkoşîna aştiyê ya bi rûmet li dijî şer û hem jî têkoşîna demokrasiyê bi parastina vîna gel bilind bikin.”   Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.