Rojnamegerên hatin qetilkirin li Qamişloyê hatin definkirin 2025-01-11 16:08:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên hatin qetilkirin, Li Qamişloyê bi beşdariya bi hezaran kesî, hatin oxirkirin. Cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nüce dişopandin di encama êrişa hewayî ya artêşa tirk de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hatin definkirin.   Cenazeyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku daxwaza definkirina wan li axa lê jidayikbûn ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe û Tirkiyeyê ve hatibû astengkirin, li Qamişloya ku lê dixebitîn hatin definkirin.   Bi hezaran kes û hempîşeyên rojnamegeran beşdarî merasîma definkirina cenazeyan bûn.