Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin 2025-01-16 15:19:25   RIHA - Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li Riha, Amed û Şirnexê 7 kes hatin binçavkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li Riha, Amed û Şirnexê bi ser malan de hate girtin û 7 kes hatin binçavkirin. Li Rihayê welatiyên bi navên Firat Ahmet Karak, Serdar Karatay, Îbrahîm Halîl Parildar û Huseyîn Polat; li Şirnexê welatiyê bi navê Kurtay Demîr û Ozgur Karakoç jî li Amedê hate binçavkirin.    Hat ragihandin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.