ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN 2025-01-17 09:00:58   * Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak diyar kir ku polîtîkaya şer herî zêde bandorê li kedkar û xizanan dike û wiha got: “Îktîdar dibêje ‘ma hûn dizanin ka heqê fîşekekê bi çiqasî ye.’ Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve.”   * Birayên hev Hasan û Hakan Ataş ên li ber Çemê Dîcleyê ewalkariyê dikin, diyar kirin ku ji ber kanên xîzî mêrg nemane.    * Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya çareserkirina pirsgirêka kurd û got: "Em wekî nûnerên saziyên sivîl, hefteya bê em ê li Enqereyê bi partiyên siyasî re hevdîtin bikin."   * Piştî ku malên rêveberê GOÇÎZDER'ê Halît Karahan hatin desteserkirin, vê carê jî bi hinceta MASAK'ê nayê hiştin Karahan deynên xwe yên krediyê bide.    * Serokê Şaxa DÎSK'ê ya Emeklî-Sen'ê Tîmûr Sayyîgît bertek nîşanî zema kêm a ji bo mûçeyê malnişinan da û got: "Dizên çav berdana bêrîka me hene û me ew diz zevt kiriye. Ji bo cezakirina van dizan jî em li benda roja dsanîna sindoqan e."   * Endamê NLSR'ê Kurdyar Direhî diyar kir ku plana Tirkiyeyê ya dagirkirina Rêveberiya Xweser ji ber berxwedana HSD'ê pêk nehatiye û got: "Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye."   *Danişîna Halîse Aksoy ku ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik tê darizandin dê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00)   * Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Akdenîzê hatiye destpêkirin dê di roja 8’emîn de bidome. (14.00) ZINDÎ   * Danişîna doza Nezîr Tekçî ku di binçavan de hatibû windakirin dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê bê lidarxistin. (14.00)   * Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê ji bo protestokirina êrişên dewleta tirk ên li ser Bendava Tişrînê û qetilkirina sivîlan, li pêşiya AZC Plazayê daxuyaniyê bide. (17.00)