MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide 2025-01-17 09:32:38 MÊRDÎN - Piştî ku malên rêveberê GOÇÎZDER'ê Halît Karahan hatin desteserkirin, vê carê jî bi hinceta MASAK'ê nayê hiştin Karahan deynên xwe yên krediyê bide.  Komeleya Şopandina Koçê (GÖÇİZDER) ku bi armanca hevgirtinê di navbera komên bi darê zorê de ji cih û warên xwe hatine koçberkirin û daxwazên mexdûrên koçberiyê pêk bîne xebatên xwe dimeşand, di Kanûna 2024’an de bi biryara Dadgeha Cezayê Asliye ya 15’emîn a Bakirkoyê hat girtin. Bi Rapora Lijneya Lêpirsîna Sûcên Malî (MASAK) ku beriya girtina komeleyê demek kin hat amadekirin, mal û milkên rêveberên komeleyê hatin cemidandin. Bi biryara ku Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya û Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek îmze kirin re 4 rêveberên GÖÇÎZDER'ê jî di nav de mal û milkên 39 kes û 19 saziyan hatin cemidandin. Bi biryara ku di 31'ê Tebaxa 2024'an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin, biryara cemidandina mal û milkan ket meriyetê.   Yek ji rêveberên GÖÇÎZDER'ê Halît Karahan ê ku mal û milkên wî hatin cemidandin, di doza ku dihat darizandin de ewil ew hat girtin û paşê beraat kir. Tevî ku beraat kiriye jî, bi heman hincetên ku di îdianameyê de, mal û milkên wî hatin cemidandin. Karahan ji bilî karê komeleyê, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi karê çandiniyê re eleqedar dibe. Karahan ê ku ji ber karê xwe yê çandiniyê neçar ma deynên bankayan bi kar bîne, xwest deynê kiriye bide, lê ji ber ku bankeyan rapora MASAK'ê û biryara cemidandina mal û milkên wî nîşan da, nekarî bide. Li aliyê din Karahan ê ku ji aliyê bankayan ve bi hinceta ku pere nedaye ketiye ber îcrayê. Li ser vê Karahan ji Îş Bankê bi daxwaznameya ji MASAKê re nivîsandiye xwestiye deynên xwe bide. Lê belê ji MASAK'ê tu bersiv negirtiye. Karahanê ku bi rêya hesabê hevjîna xwe deynê xwe yê Îş Bankê da, dema xwest deynê xwe yê Banka Ziraatê jî bide rastî astengiyê hat. Karahan ê ku xwest deynên qertên xwe yên krediyê jî bide hat astengkirin, ji bankayên ku pê re têkilî danî bersiva "MASAK destûr nade" girt.   Karahan diyar kir ku di komeleyê de ji bo mexdûrên koçberiyê xebatên girîng kirine û di encamê de ew bûn hedef. Karahan got: “Di encama van çalakiyan de em rastî êrişên komeke di nava dewletê de ku hiqûqê nas nake, hatin û em hatin girtin. Me ji dozê beraat kir. Bi heman îdiayan mal û milkên me hatin cemidandin. Tişta balkêş ew e ku em nikarin deynê xwe jî bidin bankayan."    Karahan destnîşan kir ku her çendî gelek caran bi bankayan re têkîldarî vê mijarê hevdîtin kirine jî tu tişt bi dest nexistine û got ku lê belê banke her roj li wî digerin û deynê xwe dixwazin, lê MASAK nahêle ew deynê xwe bide.    Karahan da zanîn ku ji bo dayîna deynan forma daxwaza destûrê tije kiriye û ji MASAK'ê re şandiye, lê MASAK'ê bersiv nedaye û wiha got: "Dema ku min deynê xwe bi hesabê xwe da, bankeyan telefon kirin û diyar kirin ku MASAK'ê gazî wan kiriye. Min prosedorên brukratîk temam kirin, lê MASAK'ê nehişt ez vê bikim. Eşkere ye ku hin kes ji ber ji xebatên me nerihet bûne, dixwazin cezayê wê bi vî awayî bidin der."    ‘EM Ê PAŞVE GAV NEAVÊJIN'   Karahan anî ziman ku ji ber sedemên ne şênber tedbîrên cezakirinê tên bikaranîn û wiha got: “Me serî li rêyên hiqûqî da. Em dixwazin bi vî awayî dengê xwe bigihînin raya giştî. Jixwe, ew bi xwe ji bo min ne teserûfek e. Em dizanin ku; yên ku ev îdianame û ev rapor amade kirine, hin kom û hin rêxistinên sivîl wekî xetere dibînin ji xwe re. Ew kesên ku bi van saziyan re têkildar in wekî sûcdar dibînin. Helbet di çarçoveya têkoşîna xwe de em ê di warê parastina mafan de paşve gav navêjin."   MA / Ahmet Kanbal