Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye 2025-01-17 10:12:05   RIHA - Endamê NLSR'ê Kurdyar Direhî diyar kir ku plana Tirkiyeyê ya dagirkirina Rêveberiya Xweser ji ber berxwedana HSD'ê pêk nehatiye û got: "Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye."   Endamê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NLSR) Kurdyar Direhî, hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re, peyamên Ocalan û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got ku Tirkiye û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SNA) a girêdayî wê, êrişên xwe didomînin. Direhî diyar kir ku Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) ku hikûmeta Sûriyeyê xistiye destê xwe, rasterast ji Tirkiyeyê destek digire û got ku di êrişa HTŞ'ê ya ku di encamê de rêveberiya Şamê hat rûxandin, DYA, Îsraîl û Ingilistan bi xwe cih girtine. Direhî got: "Dema van dewletan ev gav avêtin, rasterast li bendê nebûn ku rejîma Esad têk biçe. Plana wan ew bû ku rejîma Esad neçar bikin ku polîtîkayên xwe biguherîne. Bi rastî jî dixwestin peyamekê bidin rejîma Şamê û bêjin 'Werin û bi me re li ser heman maseyê rûnin.' Dê li ser vê maseyê Sûriyeyeke yek-navendî tunebûya an jî ji bo temînkirina pergaleke federal û di vê pergala federal de wê hebûna wan bihata gengeşekirin. Lê pêşketinê encameke ku ew jî ne li bendê bûn afirnad."    Direhî da zanîn ku Tirkiye bi fersend nêz dibe û hewl dide feraseta ku li Şamê xwedî bandoreke mezin e ava bike û got: "Belê, HTŞ girêdayî Tirkiyeyê ye, lê divê bandora dewletên din ên li vir neyê jibîrkirin."   Direhî diyar kir ku siberoja hikûmeta HTŞ'ê ne zelal e û got: "HTŞ'a ku dewlet girtiye destê xwe, ne xwedî wê hêz û ne jî têgihîştinê ye ku bi rastî nûnertiya her kesî bike. Ev rewş hem niha û hem jî li Sûriyeyê nediyariyeke mezin dide Sûriyeyê. Rewşa pêşerojê ya HTŞ'ê ji neteweyên din cudatir e. Xuya ye ku dewlet wê diyar bikin. Sûriye welatekî pirneteweyî ye, pir bawerî ye. Hikûmeteke sunî-îslamî ku ew dixwazin wê nebe. Piştî hilweşandina Şamê du hêzên sereke derketin holê, yek jê HSD ye. Li gel wan komên paramîlîter ên bi navê SMO jî hene ku dixwestin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rakin û van cihan dagir bikin, lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi awayekî neçaverêkirî bersiv da wan. Êrişên xwe didomîne, bi planeke mîna sala 2019’an a Serêkaniyê xwest Kobanê û piştre jî Rêveberiya Xweser dagir bike. Lê belê ne HSD HSD'ya berê ye, ne jî Trump Trumpê berê ye. Pêşerojek federal li benda Sûriyeyê ye."   Direhî bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê re jî û diyar kir ku Abdullah Ocalan beriya niha bi salan der barê pêvajoya muhtemel de biryar dabûn û ev tespît di pêvajoyê de careke din rast hatin îspatkirin. Direhî diyar kir ku piştî rizgarkirina Kobanê tecrida li ser Abdullah Ocalan gav bi gav kûrtir bûye û got: "Tirkiye bi polîtîkayên şer li aliyekî tecrîdê girantir kir û li aliyê din jî şerê bi PKK'ê re gurtir kir û pirsgirêka kurd kûrtir kir. Tirkiyeya ku hewl dida pirsgirêka kurd çareser bike, li gel van hemû êrişan jî nekarî Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike. Wî fêm kir ku dê bandorek hebe, ji ber vê yekê Devlet Bahçelî di meha Cotmehê de ev bang kir."     Direhî got: "Rêberê gel birêz Abdullah Ocalan wekî duh îro jî banga aştiyê dubare kir û diyar kir ku pirsgirêka li Rojhilata Navînê wê bi tifaqa tirk-kurdan çareser bibe. Ocalan ev tesbît kiriye û gotiye, ger Tirkiye ji dil nêzikî vê pirsgirêkê nebe, wê ji holê rabe." Direhî da zanîn ku di encama têkoşîn û destkeftiyan de 2 hevdîtin li Îmraliyê hatin lidarxistin û diyar kir ku di hevdîtina dawî de ji bo ku Tirkiye pirsgirêka kurd çareser bike divê Abdullah Ocalan çareser bike û got ku ev gengeşe ji dema Tûrgût Ozal ve heta niha dewam dikin. Direhî gotina xwe wiha domand: "Lê belê em dibînin ku tu eleqeya Tirkiyeyê bi çareseriyê re nîne. Bi pêvajoyê dilîze. Dixwaze li Bakurê Kurdistanê kurdan bê destkeftî bihêle û destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê jî têk bibe. Eger Tirkiye guh nede tesbîtên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, em ê bi tespîtên birêz Abdullah Ocalan bibînin ku Ocalan çiqas mafdar e."   Direhî da zanîn ku gotinên Abdullah Ocalan ne tenê li çar parçeyên Kurdistanê, li Rojhilata Navînê jî wê bandoreke mezin bike.   Direhî diyar kir ku Abdullah Ocalan her çiqas bi salan di bin tecrîdê de be jî di siyaseta Rojhilata Navînê de kesê herî bibandor e.   MA / Ceylan Şahînlî