Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome 2025-01-17 10:56:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeta berxwedanê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin, di roja 10’an de didome.    Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin. Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter, ji 27’ê Mijdara 2024’an ve ji hewayî û bejahî ve êrişên gundewarên Minbicê, Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dikin. Çalakiya nobetê ya li dijî êrişan di 8’ê Kanûna 2024’an de li Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin, di roja 10’emîn de didome.    Çalakvan di berxwedana xwe de biisrar in û dewleta tirk duh ji hewayî ve êrişî çalakvanan kir. Di êrişê de sivîlek hate qetilkirin û zêdetirî 15 welatî jî birîndar bûn.    Tevî her cureyên êrişê jî berxwedana gel a li Bendava Tişrînê didome.