Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin 2025-01-17 12:28:32 STENBOL - Ji bo dosyaya rojnamegerên îro di danê sibehê de hatine binçavkirin biryara bisînorkirinê hate dayin. Her wiha hevdîtina bi parêzeran re jî heta 24 saetan hate qedexekirin.  Rojnameger Reyhan Hacioglû, Necla Demîr, Rahîme Karvar û Ahmet Guneş îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatin binçavkirin. Rojnameger Welat Ekîn jî bi hinceta ku dê îfadeya wî were girtin, li Stenbolê hate binçavkirin.    BI SER PRODUKSIYONAN DE HATE GIRTIN   Dema bi ser malan de dihat girtin, polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de jî girtin. Bêyî agahî were dayin bi ser produksiyonan de hate girtin û tevahiya kompûter û hard dîskan hatin desteserkirin. Têkildarî sedema serdegirtinê tu agahî nehatin dayin.   BIRYARA BISÎNORKIRINÊ   Rojnameger Reyhan Hacioglû ku li Wanê hate binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. Dema parêzerê Reyhan Hacioglû xwest bi miwekîla xwe re hevdîtinê bike, jê re hate gotin ku biryara nepeniyê ji bo dosyayê hatiye dayin û hevdîtina bi parêzeran re heta 24 saetan hatiye qedexekirin.    Hat zanîn ku dê di saetên pêş de Reyhan Hacioglû bibin Stenbolê.