Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da 2025-01-20 09:59:51   MÊRDÎN - Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da û got: “Divê hiqûqa navneteweyî bê cîbicîkirin.”    Baroya Mêrdînê, têkildarî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bendava Tişrînê ku gelek sivîl hatin qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dijderketina li hemberî mirina sivîlan, mecbûriyeteke ji ber hiqûqa mirovparêz e.    Bi domdarî baroyê bal kişand ser sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber êrişan tên qetilkirin û wiha hate gotin: “Herî dawî jî şanogerê Kurd Cuma Xelîl Îbrahîm ê mehlasa Bavê Teyar bi kar di anî hate kuştin. Em bi agahiya mirina Bavê Teyar gelek xemgîn bûn. Weke Baroya Mêrdînê em dixwazin operasyonên li herêmê bên bidawîkirin. Weke rêxistineke pîroziya mafê jiyanê diparêze, em dibêjin ku li dijî her cureyên êrişên ser sivîlan e û di vê çarçoveyê de hewceye hiqûqa navneteweyî bê cîbicîkirin.”