HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn 2025-01-20 12:04:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandina HSD’ê bîlançoya şer û pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir. HSD’ê diyar kir ku di şer de 29 endamên komên paramîlîter hatine kuştin û 15 î birîndar bûne.  Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û YPJ’ê bersivên tund didin van êrişan.  Navenda Ragihandinê ya HSD’ê têkildarî encamên şer û pevçûnên di 24 saetên dawî de qewimîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Daxuyaniya HSD’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:   “Dewleta Tirk a dagirker duh di saetên sibehê de li derdora Bendava Tişrînê êrişên dijwar da destpêkirin. Di heman demê de balafirên bêmirov ên bi çek bi kar dianî. Êriş heya saetên êvarî dewam kir. Çeteyan jî bi panzêran ji du aliyan êrişî girê gundê Xirbe Zemala kirin. Şervanên me bi xurtî bersiva êrişan dan û şer derket. Bi qasî hat tesbîtkirin di şer de 8 çete hatin kuştin û hejmareke çeteyan jî birîndar bûn. Yekîneyên Şehîd Harûn jî du erebeyên çeteyan bi temamî rûxandin. Balafirên bêmirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker li nuqteyeke hêzên me xist lê tu zerar çênebûn.   Çeteyan bi hejarmeke mezin li aliyên çep û rastê yên Girê Syriaetlê êriş kirin lê bi berxwedaneke mezin a şervanên me rû bi rû man û şerekî giran rû da ku heya saetên derengiya şevê dewam kir. Di encamê de 21 çete hatin kuştin û 15 çete jî birîndar bûn.   Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Şehîd Harûn li gundewarê Bendava Tişrînê li 25 hedefên çeteyan xistin. Di encamê de 3 tank, 2 erebeyên doçka li ser û 3 erebeyên zirxî hatin îmhakirin. Her wiha li 4 kombûn û nuqteyên çeteyan hatin xistin û depoyeke çekan a çeteyan hat teqandin.   Çeteyan li eniya Dêr Hafirê bi hewanan êriş kirin û bi doçkayê nuqteyên hêzên me kirin hedef. Lê tu zerar bi hêzên me nebû. Yekîneyên Şehîd Harûn bi 2 çalakiyan 2 erebeyên çeteyan kirin hedef û erebe bi temamî rûxandin.   Di berxwedana duh de 29 çete hatin kuştin, 15 çete birîndar bûn, 3 tank, 3 erebeyên zirxî hatin îmhakirin, 4 kombûnên çeteyan hatin hedefkirin, depoyeke çekan hat teqandin, her wiha 2 jê doçka li ser, bi giştî 4 erebe hatin teqandin.”