Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe! 2025-01-21 09:50:29 AMED – Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle diyar kir ku têkildarî serdagirtina avahiya komeleyê çûne emniyetê lê rayedaran serdagirtina ‘korsan’ negirtine ser xwe. 18’ê Çile saet di 04:00 de polîsan bi ser avahiya Komela Wêjekarên Kurd a li navçeya Peyasê ya Amedê de girt. Piştî lêgerîna 6 saetan li komeleyê 150 pirtûk û hezar û 500 hejmarên rojnameyan hatin desteserkirin. Polîsan mifteya ku guhertibûn ji keyayê Taxa Firatê re hiştin. Rêveberên komeleyê der barê serdegirtinê de nehatin agahdarkirin.   Hevserokê komeleyê Rêdûr Dîjle, diyar kir ku serdagirtin bi awayekî korsan ango derqanûnî pêk hatiye Dîjle, anî ziman ku der barê serdagirtinê de tu rapor ji midûriyetê re nehatiye dayîn û wiha got: "Keyayê taxê agahî da me. Qefleteke nû danîn û mifte dane keya. Der barê serdegirtinê de em çûn Emniyeta Amedê. Polîsan talîmata Şaxa TEM'ê ji me re got, serdagirtineke me çênebûye biçin şaxa ewlehiyê. Em çûn wê derê wan jî got; ev serdagirtin karê me nîn e, em bi komeleyan re eleqedar nabin, Maseya Komeleyan a Walîtiyê berpirsyar e. Dema em çûne Maseya Komeleyan, wan jî gotin ‘ev ne karê me ye’ û ti kesî berpirsyariya serdegirtinê negirt ser xwe.”   ‘SERDAGIRTINA KORSAN’   Dîjle, da zanîn ku yekîneyên polîsan berpirsyariya serdegirtinê negirtiye ser xwe, nîşaneya wê yekê ye ku ev rewş bi awayekî derqanûnî û korsan hatiye kirin û got, "Dewletê avêtin ser komeleyê, lê xwedî li komeleyê dernakeve. Ev tê wê maneyê ku;  ev êrîşeke korsan e. Ji ber vê sedemê tu saziyek ku em li ser serdegirtinê bipirsin nemaye. Ji ber vê yekê ji bo eşkerekirina vê rewşê em ê gilî bikin. Herî dawî mufetîşan her sal 10-15 rojan li avahiya komeleyê kontrol kirin. Di komeleyê de tu neheqî nedîtin û spasiya me kirin ku me her tişt li gorî qanûnê kirine.  Me fêm nekir ev serdagirtin çima çêbû."    ‘EM Ê DOZA MAFÊ XWE BIKIN’   Dîjle destnîşan kir ku tiştên diqewimin bi zextên li ser zimanê kurdî re têkildar e û wiha got: “Li hemberî saziyên ku xebatên zimanê kurdî dikin bêtehamulî heye. Bi vê yekê dixwazin pêşiya vê yekê bigirin. Li Fûara Pirtûkan serdegirtin pêk hatin, pirtûk hatin desteserkirin, xebatkar hatin binçavkirin. Niha jî li ser Komeleya Nivîskaran digirin û ev bi hev re têkildar e. Em van zextên dijhiqûqî û korsanî yên li ser ziman û edebiyata kurdî bi tu awayî qebûl nakin. Dibêjin 'me nekiriye' em ê bi hemû hêza xwe vê yekê zelal bikin."