Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin 2025-01-21 10:09:42 STENBOL - Parêzerên rojnamegerên hatine girtin Elîf Taşdogen û Şukru Alpsoy diyar kirin ku dadgerî ji rojnamegeran pirs nekiriye lê bi hinceta nûçe û bernameyan biryara girtinê daye. Parêzeran, got: “Inyet diyar bû, biryar hêj berê ve hatibû dayin.”  Rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Reyhan Hacioglû û Vedat Oruç di 17’ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Rojnamegerên duh sewqî dadgehê hatin kirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Dozgeriyê, bêyî îfadeyên rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û rojnameger ji ber nûçe û bernameyên çêkirin hatin girtin.      Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Şukru Alpsoy û Elîf Taşdogen têkildarî girtina rojnamegeran, helwesta dadgehê û dosyayê axivîn.    ‘BIRYAR JI BERÊ VE HATIBÛ DAYIN’   Parêzer Elîf Taşdogen ku tev li lêpirsîna rojnameger Rahîme Karvar a li dadgeriyê bûbû, diyar kir ku miwekîla wê li emniyetê îfade neda û bêyî ku li dozgeriyê îfadeya wê were girtin sewqî dadgeriyê hatiye kirin. Elîf Taşdogen, anî ziman ku dadgeriyê ji miwekîla wê re gotiye;“Gelo tiştekî dixwazî bibêjî heye? Jixwe 3 parêzerên te hene, dixwazî bila ew parastina te bikin” û wiha domand: “Biryara girtina rojnamegeran ji berê ve hatibû dayin. Tu parastin çênebû. Îfadeya miwekîla min a li emniyetê û dozgeriyê nehatibû girtin û ser re jî dadgeriyê ev gotin kir. Ev rewş nîşan dide ka hiqûq ketiye çi astê. Nîşan dide ku biryar ji berê ve hatiye amadekirin an jî ji berê ve hatiye dayin. Her wiha parastin jî paşguh kirin. Ji bo hûn fêm bikin ka sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye kirin an na, divê hûn pirsan bikin. Lê qet bi ser guhê dadger ve nebû.”    Bi domdarî Elîf Taşdogen destnîşan kir ku miwekîla wê di îfadeya xwe ya li cem dadger de xebatên pîşeyî parastiye û wiha pê de çû: “Miwekîla min got ku nûçeyên çêkirine dikevin çarçoveya azadiya xweîfadekirinê. Got ku ew keseka femînîst e. Her wiha got ku mijarên di rojeva Tirkiye û cîhanê de kiriye mijara nûçeyên xwe. Miwekîla min got; ‘Ez ji ber tu nûçeyên xwe poşman nînim. Weke rojnamegerekê min tişta pêwîst kir. Heke hewce bike dê dîsa bikim.’”    ‘DADGER TENÊ WEKE USÛLÊ GUHDAR KIR’   Parêzer Şukru Alpsoy ku di dema karûbarên îfadegirtinê yên li dadgeriyê de li cem rojnamegeran bû jî wiha got: “Dadger bi pêşdarazî nêz dibû û ji rojnamegeran pirs nekir. Eşkere bû ku tenê ji bo usûlê guhdar dikir. Ev yek ji biryara dadgehê xuya bû. 7 rojnameger ji ber protestokirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê hatibûn girtin. Heman dadgerê biryara girtinê dayî bû. Lewma tecrûbeya min heye. Vî dadgerî ji 7 rojnamegeran re gotibû; ‘hûn diçin girtîgehê.’ Ji 6 rojnamegeran re jî got ‘Hûn hatin girtin.’ Qet nebe têgehekî hiqûqî bi kar anî. Dadger, heman nivîsa dozgeriyê ya bi daxwaza girtinê copy-paste kir û weke hinceta girtinê nîşan da. Divê miwelîlên me ji ber usûlê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê bihatina kirin. Lê tenê li gorî usûlê tevgeriyan.   DÊ ROJNAMEGER PAŞVEGAVÊ NEAVÊJIN    Em ê li dijî biryara girtinê îtîrazê bikin. Dosyayên çapemeniyê, polîtîkayên îktîdarê yên ji bo bêzarkirinê ne. Nûçeyên rojnamegeran çêkiribûn û bernameyên pêşkeş kirin xistibûn nav dosyayê. Hem dadger hem jî dozger dizanin ku di dosyayên çapemeniyê de sûcek tune ye. Lê ji bo bêzarkirina çapemeniyê û paşvegavê pê bidin avetin wiha dikin. Dadger dibêjin; ‘Heke hûn rojnamegeriyê di nava sînorên em dixwazin de nekin, hûn ê bên girtin.’ Lê ne dema 7 hevalên me yên rojnameger hatin girtin kesekî paşvegav avêt ne jî dê ji ber girtina 6 hevalên din tu kes paşvegavê neavêje.”    MA / Omer Îbrahîmoglû