Rojnameger Eylem Babayîgît sewqî edliyeyê hate kirin 2025-01-24 15:06:42   STENBOL - Rojnameger Eylem Babayîgît ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatibû binçavkirin, sewqî edliyeyê hate kirin.     Rojnameger Eylem Babayîgît di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de di 22’yê Çileyê de hatibû binçavkirin. Babayîgît 3 roj bûn li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê binçavkirî bû. Piştî temambûna karûbarên îfadeyê yên li emniyetê, Eylem Babayîgît sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate kirin.    Rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Oruç û Reyhan Hacioglû ku di 17’ê Çileyê di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin.   Rojnameger ji ber nûçe û bernameyên televîzyonê yên çêkirin hatibûn sûcdarkirin. Her wiha nirxandinên têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî weke sûc hatibûn hesibandin.