Li Amedê serdegirtina malê 2025-01-26 11:04:37   AMED - Welatiyê bi navê Mûrat Ogut di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin.    Welatiyê bi navê Mûrat Ogut li Semta Huzurevlerî ya navçeya Peyas a Amedê di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin. Hat zanîn ku di dema serdegirtinê de polîsan çek da serê Ogut û sedema binçavkirinê ji malbatê re negot.    Hat zanîn ku Murat Ogut birine Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.